Îran Silêmaniyê û Tirkiye jî Hewlêrê dagîr dike

Li gor pîsporên navdewletî li pişt van êrîşên li ser Kurdistanê eşkere dibe ku Îran û tirkiye li hevkirine û dest bi dagîrkirina tixûbên berî rûxana Împaratoriya Osmanî û Safewiyan dikin. Eve jî çendîn sale ji aliyê rayedarên tirkiye û Îranê ve bi awayeke eşkere dihate behskirin û niha jî ji bo bi cîhkirina wê dest bi çalakiyan dikin.
Li gor rêkeftina van her du dewletan Silêmanî û dewrubera wê Îran dagîr dike û tirkiye jî tixûbên Kerkûk û Musilê wate Dihok û Hewlêrê dagîr dike. Bi awayeke din ev her du dewlet vedigerin ser tixûbên xwe yên di dema împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Safewiyan.
Bexda ya ku ji serî heta binî ve ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin û her wiha ji aliyê Bexda yê ve neşandina pereyên Kurdistanê jî beşeke ji vê plana ku ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin. Ji aliyê asayîşa YNK ve tuşkirina xelkê dewrûbera Silêmaniyê bi Koronayê û dirustkirina kêşeya Soran Omer û çendîn kêşeyên navxweyiyên Kurdistanê û mijulkirina xelkê Kurdistanê bi maaş û mûçeyan jî beşeke vê plana Îranê ye.
Her wiha peywendiya telefoniya Erdogan û Trump ya berî heftiyekê û paşê bi hêceta PKK ji aliyê tirkiyê ve pêkanîna operasyoneke berfireh, hatina komandoyên tirkiye li nav axa Başûrê Kurdistanê û li beranber de bê dengbûna Amerika jî wekî destpêka dagîrkeriyê tê dîtin. Bêdengiya Amerika jî diyar dike ku Erdogan û Trump li ser hatina hêzên tirkiye li hev kirine û ji ber wê yekê jî heta niha tu helwesteke wan nebûye.
Botan Kurdistanî