PolîtîkRojev

Konsulxaneya Almanya li Hewlêrê êrişa DAIŞê li dijî Pêşmerge bi tundî şermezar kir

Konsulxaneya giştî ya Almanya li Hewlêrê êrişa DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar kir.

Konsulxaneya giştî ya Almanya li Hewlêrê li ser êrişa şeva borî ya terorîstên DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge li gundê Kuleco li devera Germiyan peyamek belav kir.

Di peyamê de ku li ser rûpelên konsulxanê yên sosyal medyayê hatiye belavkirin, hatiye gotin: Em bi tundî êrişa şeva borî ya DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge şermezar dikin û sersaxiyê didin malbatên qurbaniyan û hevxemiya xwe bo kesên mexdûrê vê êrişî nîşan didin.

Di êrişa şeva borî ya DAIŞê de ku li gundê Kuleco li devera Germiyan pêk hat, 5 pêşmerge şehîd bûn û 4 pêşmerge jî birîndar bûn.

Back to top button