PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê rewşa Iraqê li gel Balyozê Brîtanya guftûgo kir

Di derbarê wan nakokiyên li ser encamên hilbijartina Encumena Nûneran ya li navbera aliyên siyasiyên Iraqê da hatiye holê, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi tu awayekê nabê beşek ji kêşeyan, belkû dibê hevbeşa çareseriyê û li piştgîrikirina serkeftina proseya siyasiya li welat de, berdewam dibe.

Ev gotinên birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li dema hevdîtina li gel birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê hatin ku îro 28.11.2021 li Hewlêrê birêve çû.

Li hevdîtinê da her wiha pêşxistina peywendiyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li hemû waran da, gefên terorê û rûbirûbûna Da’îş, girîngiya bihêzkirina mekanîzma alîkariya hevbeş û hemahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê û peywendiyên Hewlêr – Bexda, hatin guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser xwesta du aliyaneya ji bo pêşxistina peywendiyan û warên alîkariya hevbeş kirin û hevra bûn ku pêwîste aliyên Iraqî bigihin rêkeftinê û Hikûmeteke Iraqî dabimezrê ku bikarê aramiya siyasî biparêzê û daxwaziyên welatiyan li aramî û jiyaneke baştir û xizmetguzariyê, ber bi çav bigre.

Hewl û hengavên çaksaziya li Wezareta Pêşmege û rêkxistina Pêşmerge, mijareke dinê hevdîtinê bû, têda tekez li ser berdewamiya dûvdaçûn û piştgîriya Brîtanya ya ji bo proseyê û serkeftina wê kirin.

Nirxandina rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên hevdîtinê bûn.

Back to top button