Jin divê azad bê

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariya li vekirina konferansa “Wekheviya Cinsî û Stratejiyeta bihêzkirina pêgeha jinan li Herêma Kurdistana Iraqê da” kir ku bi hevbeşî di navbera zanîngehên Silêmanî, Dihok, Selaheddîn û Kurdistan, li Hewlêrê hate saz kirin.

Li konferansê da ku hejmareke ber bi çavê mîhvanên biyanî û navxweyî û pîspor û akademî amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî, gotara vekirina konferansê pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Amadebûyên birêz

Roj baş

Hûn hemû bi xêrhatin ji bo vê konferansê…

Xweşhalim pêkve beşdariyê li konferansa “Wekheviya cinsî û stratejiyeta bihêzkirina pêgeha jinan li Herêma Kurdistana Iraqê da” dikîn ku beşeke ji helmeta niştimanî ya rûbirûbûna tundutîjiya dijî jinan.

Destxweşiyê li zanîngehên Silêmanî, Dihok, Selaheddîn û Kurdistanê dikim ji bo vê karê hevbeş ku girîngiyeke xwe ya taybetî heye li Herêma Kurdistanê. Hevkariya di navbera çar zanîngehan li ser babeteke wiha, hengaveke girîng û cihê xweşhaliye, pêwîste alîkarî û hevbeşiya hemû zanîngehên Kurdistanê li vî warî da roj bi roj zêdetir bibê. Hêvîdarim encam û raspardeyên gelek baş ji vê konferansê derkevin û sûd jê bê wergirtin ji bo paşerojê ev karê girîngê ku li Herêma Kurdistanê destpêkiriye.

Dixwazim bixêrhatina wan hemû mîhvanên birêz bikim ewên ku kerem kirine bêyî wê yekê ku bi nav bikim bi xêrhatina wan dikim û hêvîdarim wan demeke xweş li Hewlêrê hebê.

Birêzan…

Behsa wekheviya di navbera nêr û mê, kur û keç û zilam û jin, li bingehê da behseke siyasî ye, peywiste bi mafên take kesî ya li civakê de. Eger maf ji bo hemû take kesan wekî hev bin, ku wate nabê regezek ewê din îhmal bixe, nexwîne, beşdariyê pê neke, an jî sîtemê lê bike û li gel da tundutîj bê. Gelek sedem hene ku wiha kirine jin sîtemlêkirî bê li civaka me da, ew jî: bişûdana zorê, kuştin bi hêcetên abrû û namûsê, destdirêjiyê seksî, tundutîjiya li nav malbat û li derveyê malbatê, an jî îhmalkirin û bindestkirin.

Beşek ji wan sedeman bi cîhkirina bi şaş ya dabunerîte. Em ku dijî wê radiwestîn, li heman demê da hem sîtema li ser jinan kêm dikîn, hem neşîrîniyek jî ji kultûra xwe da jêdibîn. Beşeke dinê sedeman, têgihiştina şaş ya olîne. Em ku wan qedexe dikîn, li gel ewe da ku jinan diparêzîn, olan jî ji têgihiştineke şaş diparêzîn. Beşeke zêde jî ji sedeman li nerewşenbîriya take kesî ve çavkaniyê digrîn, ji bo wê yekê dema takekes li ser pirsa wekhevî û azadî perwerde dikîn, jin jî ji tundutîjî û sîtem û çewsandinê diparêzîn. Axaftina min eweye ku pêwîste em ji xwendina destpêkî vê kultûrê li mejiyê zarokên xwe da bi cîh bikîn.

Baweriya me eweye: Babê civak bi awayek bê ku şiyanên jinan bê sînordar kirin, yan bi awayek muamele li gel jin da bike ku bindestiyê bike. Hewla me ji bo eweye civakê bikîn wê navendê ku têda jin jî wekî zilam, ew azadiya xwe hebê şiyanên xwe pêşbixe, şiyanên perwerdeyî, hunerî, siyasî, pîşeyî û aborî. ku wate karê me li pirsa wekheviya her du regez daye, bersîveke siyasî ye ji bo komek peykerên civakî ku nîvê civakê îhmal dikin li ser bingeha cûdahiya regezî.

Li vir da rastiyek heye dixwazim bîxim rû: Gelek behsa wekheviya di navbera du regezan tê kirin. Dixwazim têgihiştina xwe ji bo wekheviya di navbera zilam û jinan de li yek armancên giştgîr da bixim rû: armanca me eweye civakek ava bikîn ku têda zilam û jin wekî yek sûdmend bin ji wan derfetên ku ji bo wan direxsin. Wekî yek sûdmend bin ji mafên xwe, wekî hev bikarin erkên xwe bi cîh bikin, bi cûreyek ku her du regez bi wekhevî war bi wan bê dayîn beşdariya aborî, ya ji bo dirustkirina biryar, ji bo ezmûnkirina xwestên wan û ji bo desteberkirina pêdiviyên wan.

Ku wate ev behs zêdetire ji wekheviya li beşdarîkirinê da. Ev behs peywiste bi mafê jinan ve wekî tak, ku bi piştrastiyê ve, li Herêma Kurdistanê da çespandina her mafek pêwîstî bi yasa û karên sazî û damezraweyî heye. Me li Herêma Kurdistanê da kar li ser her du bingehên çespandina mafên jinan kiriye, ewe jî li rêya hemwariya yasa ya barê kesî û li rêya bi damezraweyîkirina mafên jinan ve. Lê belê wekhevî amraze û azadkirina tak û azadkirina jinan, armance.

Azadkirin bi du wateyan tê: azadkirina ji sîtem û azadkirina ji bo bi cîhkirina erkan. Baweriya me eweye ku ev du cûre azadiye, li berjewendiya jinan daye. Destpêkê de em divê jin azad bikîn ji komek sedeman ku şiyanên wê girêdaye. ku me ewe kir êdî jin dikare azad bê ji bo peydakirina şiyanên xwe yên li civakê da.

Yekem: Azadkirina jinan ji newekheviyê, tenê yek ji hengavane. Komek hengavên din hene, wekî azadkirina wan ji tundutîjiyê (li nav malbatê da û li civakê da jî), azadkirina wan li bê çavkaniya dahat û hejariyê û azadkirina wan ji sîtema civakî û bêkariya li civakê da.

Duyem: azadkirina wan ji bo encamdana erk. Jin wê demê azad dibê ji bo encamdana kar ku erk pê tê spartin. Tenê dema azade ku wekî kirdareke çalak li civakê de muamele li gel da tê kirin û war û derfet ji bo wê tê rexsandin heta li gor daxwaza xwe wê kayeyê hilbijêrê ku li rêya wê ve dikare zêdetirîn xizmetê bi civakê bike.

Eger jin bi wê wateyê azad bê, li gel ewe da ku erkê daykayetiyê bi cîh tîne, dikare mil bi milê zilam, xwediyê aboriya xwe ya serbixwe bê. Dikarê bibê pizîşk, bibê endazyar, mamosta, nivîskar, lêkoler, rexnegir, siyasetmedar, çalakvan, medyakar, pîşewer. Her wiha dikarê bibê polîs û aştiya civakî biparêze, an jî bibê Pêşmerge û parêzerê ax û niştiman bê. Eger hez jî bike dikarê bibê Serok jî, ewe jî keşeyek nîne. Ji bo wê yekê jin nabê ji şiyanên xwe bêne cûda kirin, ji ber ku bi îhmalkirina wan bi giştî civaka me ziyanê dibîne. Nabê jinan bixîn ber cûrek ji bijardeyan eger yek ji wan hilbijart, destberdarê ewê din bibin.

Wekî mînak: Li navbera mal û karê derve da, tenê yek ji wan bi wan bê rewa dîtin! eve ne diruste, belkû divê kêşa malê bi awayek bê, hevkar bê ji bo karê derveya wan. Bi heman awayî karê derveya wan bi awayek bê rêkxistin ku ziyanê bi erk û pêgeha wan ya li malê negihîne, eger biryarê da bin bi hevser û bibin bi dayik. Ev bawerî ji bo me tenê diruşmek nîne, belku cîhanbîniya me ye. Cîhanbîniyek ku li cem me sê rehenda xwe heye: Rexneye, dîdgaye, nexşerêye.

Rexneye, li qorxkariya kayeyên jiyanê bi tenê ji aliyê zilaman ve. Ev qorxkarî divê bê rast kirin bo ku jin jî ji kayeyên jiyanê da beşdar bin, divê hemû karek li vî warî de bê encamdan. Dîdgaye: Em civakek wêne dikîn ku dewlemende bi dahênanên xwe zilam û jin bi beşdarî û karê her du regezan, bo ku her du regez têda serbest bin û li xweşikiyên jiyanê zêde bikin. Nexşerêye: Ji ber ku em bi awayeke kirdarî, di dema bîst salên derbasbûyî de bi sê mekanîzman me kar li ser kêmkirina îhmalkirina jinan kiriye li hemû rehendên jiyanê da:

Yekem: Li rêya hemwariya yasayan ve bi taybet yasaya kesêtiya Iraqî. Bi diyarîkirî jî yasayên salên 1959 û 1969 ya ji bo nehiştina tundutîjiya dijî jinan.

Duyem: Li rêya bi damezraweyîkirina wekheviya her du regezan ve, bi taybetî bi cîhkirina jinan li damezraweyên fermî û rêkxistina wan damezraweyan bi cûreyek ku parêzgeriyê li rol û pêgeha jinan bêkirin.

Sêyem: li rêya handana jinan ve ya ji bo beşdariya wan ya siyasî, bi taybetî jî zêdekirina rêjeya kota li Parlemen li sedî bîst û pênc ve ji bo sedî sîh, bi mebesta zêdekirina amadeyî ya jinan li desthilata yasadanan û dirustkirina biryarê da.

Birêzan…

Bi kurtî: karên me ji bo bihêzkirin û piştevanîkirina jinane bo ku bikarin şiyanên xwe bi cîh bikin. Belê dikarîn bibêjîn: me kariye xizmeteke bingehîn li pirsa wekheviya zilam û jinan bikîn, lê belê berbest her mane û pêwîste hewleke ciddî bê dayîn ji bo nehiştina wan astengî û berbestên ku li vî warî da rastî Herêma Kurdistanê dibin. Ji bo nehiştina wan, pêwîstiya me bi hevkariya her du regezan heye. Ew hevkarî jî tenê dema berhemdar dibê ku her du regez, wekî temamkerê hevdû, hevdû bixwînin û rêza hevbeş û bihaya hevbeş her du aliyan kombike.

Li rastiyê da, netewe û kultûr û ol, wê biryarê dane ku du regezên nêr û mê, temamkerê hevin, hevkarê hevin, pêkve jiyanê berhem tînin, wekî hev bihaya wan heye, wekî hev girîngin ji bo dirustkirin û mayîn û berdewamiya jiyanê, ev hemû ne kêşeya wan li gel ol heye ne kultûr, hemû wê rêyê bi me didin. Girîng eweye ew du regeze sîtemê li hevdû nekin, her du alî. Bingeha dawî hatina sîtemê jî parastina mafe. Ji bo wê yekê pêwîste her du regez wekî hev mafê wan hebê, wekî hev erkê wan bi wan bê spartin, wekî hev rêz li cûdahiyên wan bê wergirtin wekî hev derfet ji bo wan bê rexsandin.

Her ji bo wê yekê dema ku xweşdivî û rêza hevbeş li nav û li derveyê malbatê, li kayeya taybet û kayeya giştî, her du regezan komdike, berhema wê sûda hemû civakêye, berhema wê, civakeke pêşketî û azad û têgihîştiye.

Bila ewe jî li bîra xwe bînîn: Ewê ku bûye berbest li beranber jin, tenê zilam nîne. Eger zilamek bê û sîtemê bike, pêwîste destê wî bêgirtin û war bi wî neyê dayîn. Lê belê hinek car ewê ku sîtem li jin dike, dikarê jineke din bê ku pêwîste bê perwerde kirin. An jî, dikarê hinek şaşiya dabunerîtan bin ku pêwîste bêne nehiştin. Dikarê hinek yasa bin ku pêwîstî bi hemwarkirinê heye bêne hemwar kirin. Dikarê hinek têgihiştinên olî bin ku pêwîstiya wan bi rastkirinê heye. Dikarê tenê sîstemeke siyasî bê û pêwîstî bi vekirineke zêdetir hebê li rûyê beşdarîkirina jinan ve.

Jin pêwîste azad bê. Azad bê ji tundutîjî û astengî û çewsandinê, bo ku bikarê li kayeya giştî da mil bi milê zilaman rola xwe li pêşxistina warên cûda de hebê.

Her wiha dixwazim li vir da birêz ve du xanimên çalak, xwedê jêrazî Mehabad Qeredaxî û xanima Nemam Xefûrî bîr bînim ku xizmeteke zêde li vî warî da kirin û mixabin her du jî bi koronayê koça dawî kirin.

Her wiha li vir bi taybetî dixwazim bibêjim, herdem divê em li van helkeftan de bi rêzve bîranîna zanayê navdar xwedê jêrazî Mamosta Mistefa Zelmî bikîn ku bi taybetî cenabê wî li rûyê yasayî ve hewl û kedeke mezin da û xizmeteke zêde ji bo parastina mafê jinan û wekheviyê kir.

Her wiha dixwazim spasiyeke taybetî mamostayên olî jî bikim ku li wê demê de yarmetiyeke yekcar zêde li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dan ji bo têgihiştina zêdetirê civakê li mafên jinan, hêvîdarim herdem berdewam bin, bi berdewamî civakê têbigihînin li ser wekheviyê, mafê jinan, tundutîjî, ewe bi hêviya xwedê divê bibê bernameya we ya rojane.

Spas ji bo we hemûyan, ji bo guhgirtina we, hêviya rojeke baş û xweş ji bo we dixwazim û hêvîdarim ev konferans ciddî bê û karên xwe bi ciddî werbigrin. Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim û her serkeftî bin.

Hûn hemû bi xêrhatin،

Spas.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: