CivakRojev

DAÎŞ êrîşê Pêşmergeyan dike

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand; îşev hêzên Pêşmerge li sînorê Germiyanê êrîşeke din a DAIŞê têk bir.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat eşkerekirin: “Îşev di demjimêr 22:18an de terorîstên DAIŞê di êrîşeke tirsonek de li sînorê Kifrî êrîşî xaleke pasevanî ya hêzên Pêşmerge ya Fewca 3 ya Lîwaya 17 ya Piyade kir.”

Herwiha destnîşan kir: “Hêzên Pêşmerge bi wêrekî, bi awayekî tund bersiva êrîşê dan û çekdar û terorîstên DAIŞê reviyan.”

Wezareta Pêşmerge diyar kir: “Niha rewş di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.”

Ev di demekê de ye ku şeva borî di êrîşeke terorîstên DAIŞê de, ku bi rêya vedana bombeyekê li sînorê Kuleco, 5 pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.

Back to top button