Nivîsar

Kongreya Neteweyî: bi rêzdarên dewleta Kurdistanê re…

 Cemal BATUNKurdistan li her çar aliyên xwe ji pêvajoyek herî zîz, nazik a dîroka xwe derbas dibe. Di vê demê de – yekgîrtina Kurd xwedî rolek û diyardeyek berçav e. Temsîliyeta neteweyî ya Kurd, yekem di qada neteweyî, duyem: di qada navneteweyî de, dê bihêle ku deng-awaz û daxwazên Kurdan bigihijin raya giştî ya cîhanê û platformên navneteweyî.Diyar e ku di roja me ya îro de, hin aliyên Kurd, rêxistinên Kurd: dijberiya mafê rewa ya dewletê – ji bo neteweyê ”xwe”, ”zêde” dibînin. Ev yek astengiyê li ber yekgirtina Kurd digire. Ew alî – di destê yekem de PKK û hawîrdora xwe, yekgirtin/hevkariya li gel çepgîrên radikal ên Tirk zêdetir nêzîkê stratejiya xwe dibînin. Ez bi xwe, vê yekê normal dibînim. Di rastiya xwe de PKK û hawîrdora xwe hevkariya li gel hêzên çepgîr ên radikalên Tirk û Ereb ji xwe re wekî stratejî dibînin. Min bi xwe û her yekî ji me: gelek caran ev daxuyanî yekser jî, ji devê berpirsên van tevgeran bihîstiye. PKK ev yek di her platformê de aniye ziman û li gor vê jî gav avêtin e. Hîn berî çendîn rojan li Qendîlê PKK li gel 9 rêxistinên çepgîr ên ekstrem-radikal bi navên: TKP/ML, THKP-C/MLSPB, MKP, TKEP-LENİNİST, TİKB, DKP, DEVRİMCİ KARARGAH û MLKP, di bin navê: Halkların Birleşik Devrim Hareketi (Tevgera Yekgirtî ya şoreşa gelan) yekîtiyek pêkanîn. Berdevkê PKK Duran Kalkan, ev gav wekî: ”gavek dîrokî” binav kir. Mirov divê vê yekê wekî rêxistin – mafê PKKê bibîne. Ji ber ku ew li gor stratejiya xwe gavan davêje.Lê, herweha rêxistinên Kurd ku rêzê ji bo damezrandina Dewleta Kurdistanê digrin jî, divê li gor stratejî û hêviyên neteweya xwe tevbigerin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di gava yekem de li gel wan aliyên ku: rêzê ji mafê serxwebûna Kurdistanê, rêzê li Ala Rengîn a Kurdistanê, rêzê li dîrok/berxwedanên pêkhatî û serkirdeyên van berxwedan re, rêzê li hest û daxwaza neteweyê Kurd digirin re stratejiya xwe: ya Yekgirtin a Kurdistanê lidar bixin. Piştî vê gavê, ger aliyên din rêzê li biryar û bernameyên vê yekgirtinê re bigirin, dikarin ew jî amadeyî vê yekgirtinê bibin.Hêviya Kurdistan û Kurdan, di vê dema dîrokî de, bi gavên berpirsiyar û erkdar: bi bicîhanîna erkên neteweyî ve dikare bilind bibe. Her dem, alozî dikarin li pêş doza Kurd/Kurdistanê derbikevin. Lê, peydakirina çareyên wê jî, di destê yekem de erk a: rêxistin û tevgera neteweyî ya Kurd/Kurdistanê ye…Stockholm, 28 Adar 2016______________________

Back to top button