CivakPolîtîk

Herin gundê Bayik rizgar bikin

Elî Ewnî: PKK û hemû welatên dagîrker nikarin rê li pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigirin Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku wek balekî çekdarî ser bi PKKê ve ye, eşkere kir ku ew ligel Hikûmeta Iraqê hevpeyman in û di şerê rizgarkirina Mûsilê de beşdar in. Endamekî Serkirdatiya PDKê jî dibêje, li şûna ku YBŞê Mûsilê rizgar bike, bila biçe gundê Cemîl Bayîk rizgar bike.Elî Ewnî Endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand:
“Rêkeftina YBŞê ango PKKê ligel Bexdayê modêleke nû ya caşîtiyê ye ku li derveyî îradeya welatiyên Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçin û xwe dikin ser bi Bexdayê ve. Herwiha ew partiyek in ku cihê wan Bakurê Kurdistanê ye. Eger ew hêza wan heye ku Mûsilê rizgar bikin, bila biçin li şûna Mûsil û Cizîr û Silopî û Mêrdîn û cihên din rizgar bikin. Bila biçin gundê Cemîl Bayîk rizgar bikin.”Ewnî wiha got: “Lîstikeke navdewletî li ser Herêma Kurdistanê tê kirin. Ew girêdayî bernameyekî mezin in û ligel hinek welatên navçeyê dixwazin li Şingalê guvaşê bixin ser Hikûmeta Kurdistanê, ku em hemû dizanin Kurdistan pêngavan ber bi serxwebûnê ve diçe û dixwazin Hikûmeta Kurdistanê li şûna ku mijûlî serxwebûna Kurdistanê be, bi nakokiyên kurd û kurdan ve dakeve. Bêguman ew lîstika ku Hikûmeta Iraqê dike rêjîma Beis jî dikir, lewna bawer nakim serkeftinê bi dest bixin. Herwiha YBŞ jî jibilî ziyanê, ti sûdekê nagihîne Hikûmeta Kurdistanê.”Elî Ewnî wiha domand: “Eger ew çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin pêwîst e pêwendiyên xwe ligel Hikûmeta Iraqê qut bikin û her pêwendiyek ligel Bexdayê ne bi riya Hikûmeta Kurdistanê de be, wek xiyanet tê dîtin.Lewma ew û hemû welatên dagîrker nikarin rê li pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigirin, ji ber ku xelkê Kurdistanê li ser biryara xwe berdewam e.

 

Back to top button