CîhanPolîtîk

Federaliya PYD wek kantona ye

Endamekî Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ragihand ku federalî ji aliyê PYDê ve propagenda ye û tişta ku niha hatiye ragihandin heman awayê kantonan e û jê ne zêdetir e, ji ber ku fedralî bi hemû xelkê Sûriyê û bi guhertina desturê welat dibe, ne bi biryara aliyekî û çend kesan, ku rûnên û bêjin me fedralî ragihand.
Newaf Reşîd Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ragihandina fedraliyetê ji aliyê PYDê ve bi bê beşdariya aliyên din nabe, ji ber ku fedralî ji aliyê hemû xelkê Sûriyê ve û  herwiha bi guhertina destura welat dibe, ne bi biryara aliyekî û çend kesî  yan çend partî runên û bêjin me fedralî ragihand, ji ber ku ev pêngav tenê propagenda ye, ji ber ku ENKSê biryar bû ligel opozisyona Sûriyê wê yekê gotûbêj kiriba.”
Newaf Reşîd wiha got: “Di rêkeftina duyem a Hewlêrê de bi serperiştiya Serok Barzanî û bi amadebûna Leyla Zana û Osman Baydemîr, ku rêkeftin hat kirin bo Cenêv 2, lê mixabin roja din PYDê çû Kanton ragihandin û îro jî ku Cenêv 3 heye dîsa PYDê bi tek alî fedraliyê radighîne û guman tê de tune ye fedralî îtîraf jê re divê û pêwîst e bi riya destur û rêkeftinê ye, lê tişta ku PYDê ragihandiye, tenê mîna kantonan e û ne zêdetir e.”

 

Back to top button