Hevpeyvîn

Şerê Hêro Îbrahîm û Kosret Resûl gerim dibe

Hêro Îbrahîm endama polîtûbroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di nameyeke dirêj de bersiva Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê dide û Hêro di nameya xwe de ji Kosret Resûl re dibêje: Yê xaniyê wî ji şûşe be divê kevra di xaniyê tu kesî negire.Kosret Resûd cîgirê yekemê yê Celal Talebanî sekreterê girştitê YNKê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Şerulqawsat gotibû ku, Hêro Îbrahîm, hevjîna Celal Talebnaî, dest daniye ser êkonomî û hêza çekdara YNKê û YNKê ber bi partiyeke malbatî ve dibe û tu rol û qîmetê bi endamên din nade.Hêro di maeya xwe de dibêje ku yê YNKê ber bi rêxistinek malbatî dibe ew Kosret Resûl e ku kurek wî wezîre li hikûmeta Kurdistanê û yên din jî andamê seroaktiya YNKê ye û dibêje ku êdî ew van axaftin û gotinên vala ji tu kesî qebûl nake.Hêro dibêje ku daxuyaniyên Kosret Resûl ne di berjewendiya wî de û ne jî di berjerndiya hevalên wî de ye û eger ew rast dike bila Kongire bê saz kirin û hemû pirs di kongereyê de bên çareser kirin. Hêro di nameya xwed e bi awayekî înderet îşaretê bi wê yekê dike ku ew di kongireya giştiya YNKê de bi dengên pêwîst û bi heqê xwe bûye endama polîtbûroya YNKê, lê Kosret resûl û Berhem Salih bi teszkiye û bê dengdan bûne cîgirê yekem û cîgirê duyem ê Celal Talebanî.

Back to top button