Konferansa çapemeniya ya PAKê

Rêzdar xebatkarên çapemeniyê, mêvanên hêja, xuşk û birayên delal.

Hûn bi xêr û xweşî  hatine resepsiyona me ya çapemeniyê.

Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK), di  roja 19.10.2014 an de li Amedê damezrandina xwe îlan kiribû. 

Di 17.11.2014 an de jî me serîlêdana resmî  li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kir. Li gorî qanûna avakirina partiyan diviyabû wezaretê belgeya  ‘’teslîm wergirtina dokumentan’’  bida me.  Wezaretê bi awayekî neqanûnî  û keyfî  ev belgeya  teslîmî me nekir. Me jî di derbarê Wezareta  Navxwe de doz vekir. Lê jiber ku me serîlêdana resmî li wezaretê kiri ye, PAK  partiyeke resmî ye û dê bi vî awayî xebatên xwe bimeşîne û dê  dest ji mafê xwe yên qanûnî  bernede.

Beriya serîlêdana me ya wezaretê di çapemeniya  Tirkiyê de partiya me wek ‘’partiya cudaxwaz’’ hate ifade kirin. Paşê jî Cihgirê Serokê Giştî yê AKPê  Rêzdar M.Ali  Şahin, ku partiya desthilat e, got ‘’ev partî li gorî qanûnên me nikare bê damezrandin û bê damezrandin jî dê bê girtin’’.

Rêzdar  M. Ali Şahin, xwe xist cîhê  Serdozgerê Cumhûriyetê  jî, cîhê Mehkemeya Qanûnesasiyê jî. Ev helwesta  wî helbete ku, li dijî azadiya ramanî û li dijî azadiya birêxistinbûyinê ye. Û ya herî  balkêş jî ew e ku,  çend sal berê  ji aliyê Serdozgerê  Cimhûriyetê ve  doza  girtinê di derbarê partiya Rêzdar Şahîn jî vebibû. 

Ji aliyekî Rêzdar Şahîn vê dibêje, lê ji aliyê din jî, Serokwezîrê Tirkiyê Rêzdar Dawûdoglû jî, li Hewlêrê dibêje, ‘’bêyî ku şîddetê bikar bîne, ji herkesî  re azadiya ramanî û birêxistinbûyinê heye’’. Bawer dikim ku haya Rêzdar Dawûdoglû ji teslîm nekirina belgeya ‘’teslîm wergirtina dokumentên’’ PAKê  ji aliyê Wezareta Navxwe û  ji berhevkirina alayên Kurdistanê li Amedê , tune ye.

Em hêvî dikin ku ev gava me,  rêya azadiya ramanî û ya bi rêxistinbûyinê ya li Tirkiyê  xurt  û geş bike.

Mêvanên hêja, hevalên delal

PAK ,bi şîara ‘’azadî’’yê  bi rê dikeve.

PAK , ji bo azadiya Kurdistanê, ya miletê Kurd û ya hemû kêm neteweyên ku li Kurdistanê dijîn, bi rê dikeve.

PAK,  jibo azadiya hemû ol û mezheb û beşên civaka Kurdistanê gişî  bi rê dikeve.

PAK,  jibo azadiya jin û gêncan  û jibo di her warê  jiyanê de pêkanîna  wekheviya  jin û mêran bi rê dikeve.

PAK , ne partiya şexsekî, çînekê, etnîsîteyekê, olekê an mezhebekê ye. PAK xwe partiya hemû pêkhateyên Kurdistanê dibîne. Û herweha  PAK  ji bo  avakirina  partiyeke  girseyî  û Kurdistanî bi rê dikeve.

PAK,  dibêje, jibo azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyeke ku temama civatê dikare beşdar bibe, di civatê de pêk bê, divê beriya her tiştî ev mefûn di nava partiyê de pêk bên. PAK jibo avakirina  partiyeke li ser van pîvanan birêxistinbûyî  bi rê dikeve.

PAK, jibo pirdengî û pirrengî di civat û siyaseta Kurdistanê de geş bibe bi rê dikeve.

PAK , bêyî ku rê û rêbazên tûnd û tûjî û şîdetê bikarbîne, ji bo bi riyên siyasî, demokratîk , meşrû û li ser esasê bêîtiadiya sivîl xebatên xwe bimeşîne bi rê dikeve.

PAK, jibo hebûna miletê Kurd, mafê azadiya ramanî û birêxistinbûyinê û mafê ku  Kurdî wek zimanê resmî yê perwerdeyê di qanûnesasî  û qanûnên  Tirkiyê de bê qebûl kirin, bi rê dikeve.

PAK , ji bo Tirkiyê wan şerh û nerazîbûnên ku daniye ser Peymana  Şertên Xweseriya Rêveberiyên Mehelî ya Ewrûpayê, rabike, bi rê dikeve.

PAK , ji bo careke din şer û pevçûn dubare nebin û pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên siyasî  bêne  çareser kirin bi rê dikeve. PAK dibêje jibo çareseriyeke mayinde û siyasî  divê nûnerên  hemû alî û pêkhatiyên Kurdistanê beşdarî  pêvajoya dayin û stendinên li gel dewletê dimeşin, bibin.

PAK , girîngîyeke mezin dide, bicîhanîna  edalet, demokrasî û azadiya li Tirkiyê. Herweha grîngîyê dide  têkoşîna pêkanîna van nirxan  jî. PAK dibêje, bidestxistina mafên neteweyî û yên demokratîk yên Kurdên ku li Tirkiyê dijîn, beşeke ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya  li Tirkiyê tê meşandin. PAK xwe wek koordînatorê pêkve girêdana têkoşîna azadiya Kurdistanê û ya Kurdên ku li Tirkiyê dijîn dibîne.

PAK , ji bo  ku Tirkiye dest ji siyaseta ‘’yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al’’ê berde û bi gelê Kurdistanê re, li ser esasê çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê nexşerêyeke siyasî  ya rasteqîne pêk bîne, bi rê dikeve.

PAK , dibêje jibo çareseriya   pirsa Kurd û Kurdistanê , divê dewlet qebûl bike ku,  hemû pêkhateyên Kurdistanê  bi statûyeke li ser esasê wekheviyê hatibe danîn,  xwe bi xwe bi awayekî azad bikaribin îdare bikin .

PAK, tecrubeya dewleta federe ya başûrê Kurdistanê jî  ji xwe re wek nimûne dihesibîne. Û ji îro ve, ji bo pêkhatina  dewleteke federe ya li ser esasê wekhevî û şirîkatiya Kurdistanê û Tirkiyê bi rê dikeve.

PAK , dibêje, heger Dewleta Tirk di siyaseta ‘’yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al’’ê de israr bike  û rê li ber çareseriyeke federalîyê   bigre, helbete ku, mafê  Kurd û Kurdistaniyan jî heye ku, rêya konfederalî an jî dewleteke cuda hilbijêre.

PAK , dibêje bêyî  ku em dijminatiya tu miletî bikin, divê em li cîhanê dostên Kurdan zêde, dijminên wan kêm bikin. PAK ji bo siyaseteke bi vî rengî bimeşîne bi rê dikeve.

PAK , ji bo parastina jîngeh û nirxên dîrokî û neteweyî yên Kurdistanê , dê bi tevgera  jingehparêziyê ya cîhanê re di nava hemahengî  û dayin û stendineke xurt de be.

PAK , li kê derê cîhanê dibe bila bibe, destkeftineke her Kurdekî  wekî  estkeftina xwe dibîne, her êrîş û neheqiya  ku li Kurdekî  bê kirin jî weki  li xwe hatibe kirin dihesibîne.

PAK , dibêje perçebûna miletê kurd û Kurdistanê, neheqiyeke dîrokî  û navneteweyî  ye. PAK dibêje, di derbarê pêşeroja Kurd û Kurdistanê de divê gelê Kurdistanê xwedî çarenusiya xwe be.

PAK , di wê baweriyê de ye ku,   xebat û têkoşîna ku li perçeyekî  Kurdistanê tê meşandin, divê zerarê nede perçeyên din, divê destkeftin  û têkoşîna perçeyên din pê parastin.

PAK , di jiyana malbatî û civakî de axaftin û nivîsandina  bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) wek prensîbeke esasî dibîne.PAK , hemû  zaravayên  Kurdî  wek hev dihesibîne. Li kijan herêmê kijan zaravaya yê pirraniya gelê wê derê be,  divê zaravayê yekem yê perwerdeyê, bi wê zaravaya  be.

PAK , di çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê de, bi siyaset û fikrên xwe yên nuh , xwe aliyekî esasî  yê çareseriyê dibîne.

PAK , li miletê Kurd û li Kurdistanê pîroz be.PAK  , dibêje, dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya şaş,  90 salê gelê Tirkiyê jî pûç kiriye.PAK bangî  rewşenbîr û çapemenî û hemû gelê Tirkiyê jî dike ku, li himber siyaseta dewletê ya ‘’yekrengîtiyê’’  bêdeng nemîne. PAK dibêje azadiya miletê Kurd, dê rêya azadiya gelê Tirkiyê jî  xweştir û asantir bike.

Careke din jî  xêrhatina we dikim, rêz û hurmetê xwe pêşkêşî we dikim. 22.11.2014

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: