Nivîsar

Emê tim bi dengek bilind doza serbixwebûnê bikin

Azadî, wekhevî, edalet, hiqûk, aşitî… Vana peyvên xweş in. Em dikarin li ser van peyvan gelek tiştan bibêjin. Lê bi tena serê xwe tu wateya van peynan tune ye û ev peyvana bi giştî ji alî serdestan ve bo xapandina bindestan tên bikaranîn. Ê ku wateyê dide van peyvan, hêz e; bidestxistina hêzê ye yanî serxwebûn e yanî dewletbûn e. Loma bi taybetî rêxisitneke Kurdan -ku welatê me hatiye perçekirin û dagirkirin- ger doza van peyvan dike, divê bêtawîz serxwebûnê yanî dewletbûnê biparêze û pê ve girêdayî li nirxên netewî xwedî derkeve. Ev ferzeke bo hemû sazî û rêxistinên ku xwe wek saziyeke, rêxistineke Kurdîstanî bi nav dikin. Daxwaza serxwebûnê (dewletbûnê) şerta yekemin a Kurdistanîbûnê ye.

Di rewşa ku em tê de dijîn de, têkoşîna bo serxwebûnê helbet karek gelekî zehmet e. Li gel zordariya dewleta dagirker, polîtîkayên pişaftinê (asîmîlasyonê) û astengên di nav malê de jî vî karî zehmettir dikin. Loma emê biteibin, biqehirin, ji gelek tiştên din feragatê bikin. Bi ser vana jî wê dagirker tim li ser serên me bin û her ku em xwe bilivînin wê darê zorê nîşanî me bidin. Ger em di serî de van tiştan nedin ber çav hema li cihê xwe rûnêkin, ne xwe bixapînin û nejî hêviyê bidin tu kesî. Mafê tu kesî û rêxistinê tuneye ku hêviyên pûç û vala bide tu kesî û paşê wan ji têkoşîna netewî sar bike.

Me wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji roja ku derketine heta îro tim serxwebûna (dewletbûna) Kurdistanê parastiye, di vê mijarî de tawîz nedaye û tim bi sembolên netewî daketine qadan. Me di bernameya xwe de jî eşkere kiriye:

“Armanca tevgerek Kurdistanî hewceyê nîqaşê nake û eşkere ye. Ev armanc, bidestxistina mafên netewî ye, yanî dewletbûn e. Tevger, li hember gavên demokratîk helwestek erênî nîşan dide. Di heman demêde mafê dewletbûnê yê ku armanca bingehîne nake mijara nîqaşê, bê dudilî diparêze û nahêle gavên demokratîk di pêşiya dewletbûnê bibin asteng. Li ser mafê dewletbûna Kurda ku serjimara wan ji çil milyonê zêdetire nîqaş kirin û li ser dibetî yên din axaftin ji bo Kurdan/Kurdistanê heqaret e.”

Dema me Tevgerê damezirand û bernameya xwe nivîsand, em dizanibûn derdikevin rêyek çi qas dûr û dirêj û dijwar. Loma em neketin xeyalan ku emê serxebûnê bi çavên xwe bibînin. Armanca me ev bû ku em di vê qadê de karibin kavirekî dêynin ser ên heta niha hatine danîn û ji paşerojêre destkeftiyên ber bi çav bihêlin.

Ev çend rojin dewleta dagirker, rûyê xwe yê tarî nîşanî me dide. Hatin komeleya me yê Dîyarbekirê û xwestin çavên me bitirsînin, Ala Rengîn bi dizî ji komeleya me daxistin, berdevkê me Kak Serhat Mêrdînî girtin, malbata wî eciz kirin. Em dizanin ku vana ne tesaduf in û destpêka fîlmekî tarî ne wek hezar fîlmên din ku dewleta dagirker lîstikvanê wî yê sereke ye.

Dîroka dagirkeran bi hezaran failî meçhûl, girtin, kuştin, îşkence û komkujiyan tije ye. Em dizanin ku di warê bêedaletî û bêhiqûkiyê de sînorên wan çi qas fireh e. Tew mijar Kurd û Kurdistan be sînoran nasnakin. Lê tiştekî ku ew nizanin emê nîşanî wan bidin.

Em bi vê zanebûnê dibêjin ku berdêlê wî çi dibe bila bibe em tu carî li ser nirxên xwe yên netewî û mafê dewletbûna xwe nîqaşê nakin. Emê tim bi dengekî bilind doza serxwebûnê bikin û tim bi rengên xwe yên Kurdistanî li qadan bin. Em tu carî ji dagirkeran natirsin. Tiştê ku karin bikin em dizanin û me ji roja ewil de vana gişa daye ber çavên xwe.

Niha destpêkek e. Em sînorên wan dizanin. Ewê jî yên me bibînin.

Roger Çaxer

Back to top button