Polîtîk

Ji bo raya giştî

Li Amedê hinek grup û partîyan ji bo ala Kurdistanê çalakîyekê lidar xistin. Gelek malper behsa wê nûçe ya kir. RojevaKurd jî malpera xwe de cîh da ew nûçe yê. 

https://rojevakurd.com/calaki/17114-Ala-Kurdistan-xwed-derketinvdeo.html

Lê di nûçeyê de navê me jî derbas dibe. Em weke Tevgera Ciwanên Kurdistanê beşdar nebûn. 

Ew jî daxûyanîya me ye ku 2 roj berê hatîye dayîn….


Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Vê êvarê, li ser malpera Rûdawê ya beşa Tirkî de nûçeyek bela bû. Di naveroka nûçeyê de digot ku wek Tevgerê em jî di nav de 8 sazî bi hev re li ser mijarên êrîşa dewletê ya li ser Ala Kurdistanê û rakirina ala komeleya me bi dizî ji alî polîsan ve, qebûlnekirina dîlekçeya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji alî Wezareta Karên Navxweyî û binçavkirina Prof. Qedrî Yildirim û hevalên wî daxuyaniya çapemeniyê dane.

Helbet di mijarên bi vê rengê de sazî û rêxistinên Kurdan bi hev re tevbigerin û helwesteke Kurdistanî nîşan bidin ev bûyereke erênî ye. Lê dema rêxistinek di nav de tunebe û navê wî tê de hebe, ew jî şaşî ye.

Em îro wek Tevgerê dema daxuyanî hate dayîn li wê derê ne amade bûn. Loma wek ku em jî li wê derê bin bikaranîna navê me ne ehlaqî ye.

Me wek ferzek li ser xwe dît ku raya giştî ji vê bûyerê agahdar bikin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button