Rewşa koçberên Şingalê
Nûnerê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bo karûbarên koçberên Şingarê dibêje ku, piştî dagîrkitina Şingalê ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve zêdetir ji 260 hezar kesan ji devera Şingalê ber bi wîlayeta Duhokê koçber bûne û nêzîkî 20 hezaran jî ber wîlayeta Herlêrê û hijmarek jî ber bi Silêmaniyê, Suriyê û Tirkiyeyê koçber bûne.
Nurî Osman nûnerê serokwezîrê herêma Kurdistanê bo karûberên koçberên devera Şingalê di daxuyaniyeke taybet de bo malpera hikûmneta herêma Kurdistanê dibêje ku, himûmeta herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi pirsa koçberan dide û her jiber vê yekê ev nûneratiye vekiriye daku rewşa koçberên devera Şingalê bişopîne û pêdawîstiyên wan bo dabîn bike.
Osman dibêje ku, alîkariyên weke xurak, derman û pêdawîstiyên pizîşkî û veguhastina kesên birîndar û nexweş bi rêya helêkopterna û balefirên Îraqê û Amerîkayê digehe destê koçberên ser çiyayê Şingalê û bi hevkariya hikûmeta federala Îraqê alîkarîkirina wan koçberab berdewam e û serokomarê Îraqê Fuad Mesûm û sopasalarê Îraqê Babekir Zêbarî di vî warî de roleke raste-rast hebû. Hêşta nêzîkî deh hezar kes li ser çiyayê Şingalê hene û pêşmerge û xelkê xwebexiş wan diparêze, ew malbatên li ser çiyayê Şingalê mene bixwesteka xwe li wir mane. Gelek ji xelkê devera Şingalê bi xwesteke xwe çek rakiriye û li digel pêşmerge dijî DAÎŞ şer dikin hindek kes ji Ewropayê ji vegeriyane û li beryên şer şehîd bûne.
Li dor rola hikûmeta Bexdayê jî, Nurî Osman dibêje ku, her çiqas hikûmeta Îraqê hevkariyê dike jî, lê ew hevkarî di asta pêwîst de nîne û weke pêwîst bi berpirsiyariya xwe ranabe di demekî de ew koçber hevwelatiyên Îraqê ne û xelkê deverên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ne. Zêdetir ji yek milyon û çar sed hezar koçber li herêma Kurdistanê hene ku, himarek zêde ji wan ji naverast û başûrê Îraqê hatine herêma Kurdistanê, 70 hezar koçberên mesîhî ji Têlkêf, Tilisquf, Batnaya û Mûsilê hatine herêma Kurdistanê. Nêzîkî du milyon û heftê hezar koçber li Îraqê hene ku, nêzîkî 65-70% ji wan koçberan li herêma Kurdistanê ne. Tevî vê yekê hemû yê jî ev ji destpêka sala 2014ê were hikûmeta Îraqê budce û miaşê herêma Kurdistanê qut kiriye.
Nûnerê serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya xelkê Kurdistanê û bi taybetî xelkê wîlayeta Duhokê kir û rola îdareyên wîlayetê û bi tayabetê rola rêvebiriya saxlemiyê ku gelek hevkariya koçberan kir û dike bilind nirxand. Hemû tedbîr hatine wergirtin daku tu nexweşîyên tirsinak di nav koçberan de belav nebin û bi hevahengî digel ajans û saziyên navdewletî kampaniyayeke derzîlêdanê bo hemû koçberan dest pê kiriye û rewşa saxlemiyê di bin kontrolê de ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê nêzîkî yek milyon dolar bo xizmetên saxlemiyê bo koçberên wîlayeta Duhokê berdest kirine. Di vî warî de, warê saxlemiyê de, rola wezareta tendirusitiyê ya Îraqê û rêxistinên navdewletî roleke siste.
Piştî çekdarên rêxistina terorîstiya DAÎŞ çend deverên Îraqê dagîrkirin, hikûmeta Îraqê komîteyeke taybet bo şopandina rewşa koçberan bi serokatiya Salih Mutlek cîgirê serokwezîrê Îraqê pêkanî, lê heta niha wê komîteyê weke pêwîst alîkariya koçberên li herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê saxlemiyêde nekiriye.
Li dor rewşa Şingalê jî, Nurî Osman nûnerê serokwezîrê herêma Kurdistanê bo karûbarên koçberên devera Şingalê dibêje ku, rewşa Şingalê gelek dijwar e, hebûna terorîstan li wê deverê bo ser jiyana hevwelatiyan gefek mezin e û bi dehan kes şehîd ketine û di gorên bo kom de bin ax kirine.
Hikûmeta herêma Kurdistanê di nav xebatên cidîd e ye ku, ya bi serê êzidiyan hatî li ser asta navdewletî weke jênosîda bide nas kirin.