Polîtîk

Husên:Eger Amerîka çek nedê me, em nikarin serbikevin

Geşta çar rojiya çend berpirsekî bilinda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi pêşkêşkirina proje biryarek ji bo Kongresa Amerîkî bi dawî hat, ku ji desthilat bidin Hikûmeta Amerîka heta raste rast kelupelên serbazî û çek bidin hêzên Pêşmergeyên Kurd û wan fêrî wan çekan bike.
Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja pênçşema derbasbûyî 20.11.2014 bi encamdana çend hevdîtinek li gel berpirsên bilindên îdareya Amerîka û Endamên Kongres, dawî bi serdana xwe ya Washingtonê anîn. Li heftiya derbasbûyî de, şanda Kurdistanê komek hevdîtin li gel çend Endamekî Kongres encam da. Pêşkêşkirina proje biryarek ji aliyê hejmarek ji Endamên Kongresa Amerîka ya lîjneya karubarê derve destkeftekî girîng bû.
Li vî derbarî de, Dr Fuad Husên got: “Em rola Kongres bilind dinirxînîn ku ew proje biryara dîrokî pêşkêş kiriye. Biryare, neku tenê nîşana pabendbûna Amerîkaye bi şerê dijî terorê, nîşana hevpeymaniya demdirêjiya di navbera Wîlatên Yekgirtiyê Amerîka û gelê Herêma Kurdistanê ye jî.
Biryara 5747 ku her dû partî yên li nav Encûmena Nûneran da pesend kirine, ji aliyê Serokê Lîjneya Karubarê Derve, Ed Roys, Kongresmenê diyar, Elîut Engel – ve hatiye pêşkêş kirin. Hêjayî gotinêye ku hemû kelupelên serbaziyên ku niha didin Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê bi Bexdayê re derbas bibe, eve jî wiha kiriye, proseya şandina çekên êrîşberiya giran ku ji bo lêdan û ji navbirina yekcarekî ya terorîstên Dewleta Îslamî (Da’îş) de pêwîstin, xav û sînordar bike.
Şanda Herêma Kurdistanê, roja pênçşemê 20.11.2014 li gel berpirsên bilindên îdareya Amerîka û Wezareta Bergirî civiyan. Hevdîtinê li gel hejmarek şêwirmend û fermanberên Encûmena Asayîşa Nîştîmanî ku pêkhatibû ji Fîl Gordun û Robert Malî û Endî Kîm, her wiha Cîgir û Yarîdederên Wezîrê Bergirî, Elîsa Sloktîn û Mat Spîns û çend fermanberekî Wezareta Derve, ku ew jî Yarîdederê Wezîr, Bonît Talor û Cîgirê Yarîdederê Sekreter, Brêtt Mcgork pêkhatibûn. Heman demî de Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Serokê Karubarî ji Navbirina Dewleta Îslamî (Da’îş) hevdîtinan encamdan. Li van hevdîtinan de guftûgo di derbarê stratejiyeta Wîlatên Yekgirtiyê Amerîka ya dijî Da’îş û guftûgoyên li gel Bexda û tengasiyên mirovî li Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Li vî derbarî de, Felah Mistefa balkişand li ser wê yekê ku “Bi bêyî hevkariya Wîlatên Yekgirtiyê Amerîka nikarîn bi tevahî Da’îş ji nav bibîn. Tengasî aloze û me jî pêwîstî bi piştevaniya serbazî û aborî ya Amerîka heye, her wiha ji aliyê yarmetiya mirovî ve jî heye”.
Pêşketinên Da’îş li Iraq û Suriye, tengasiyên mirovî yên mezin pêkaniye. Nêzîkî 1.6 milyon penaber û koçber xwe spartine Herêma Kurdistanê. Li gel hatina demsala zivistanê jî, bi sedan hezaran kes hene ku tişteke wan tûneye û eger pêdiviyên zivistanê ji bo wan neyên dabîn kirin bi sedema sermayê tûşî karesatan dibin.  Ev ji bilî wê yekê Hikûmeta Bexda, li meha kanûna duyem ve, dest li ser beşê bûdçeya Herêma Kurdistanê da girtiye ku dike nêzîkî 10 milyar dolar, eve jî tengasî û astengiyan mezintir kiriye.
Her wiha Dr Fuad Husên û Felah Mistefa, çend hevdîtineke cûda cûda li gel endamên lîjneya peywendiyên derve û lîjneya xizmetguzariyên serbazî ya Encûmena Pîran encam da. Serokê Lîjneya Peywendiyên Derve, Senator Robert Mîndz û her yek ji Senator Jon Makkîn û Senator, Bin gardîn û Senator Jak Rîd û Senator, Tîm Kîn. Senator Jon Makkîn, bi şanda mîhvan re got: “Roj tûne li gel hevkarên xwe kar nekîn bo ku we çi pêwîst be ji bo we dabîn bikîn, heta bikarin wan terorîstan bişkînin”.
Li asta ragihandinê de jî Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hevdîtineke guftûgoyê ji bo şandê saz kir, li gel her yek li peyamnêrên Wall Street Journal û Roiters û Bloomberg û Monîter û Foregin Polîsî. Li van hevdîtinan de Fuad Husên got: “Em amadeyê rûbirûbûnê ne, lê belê pêwîstiya me bi çekên giran heye, li wê baweriyê dame eger ew çekên me neyên dabîn kirin gelek zehmete bikarîn berdewam bîn, yan aliyê kêm ve navçeyên din azad bikîn,”. Her li vî derbarî de, Felah Mistefa balkişand li ser wê yekê ku “Êdî em nikarîn li benda gihîştina wan çekan bîn ku ji Bexda ve bên, girîng eweye, em hatîne Wîlatên Yekgirtiyê Amerîka ji bo ku rewşa niha ji bo dost û hevpeymanên xwe behs bikîn”.
Back to top button