Polîtîk

Komîteya nawendî û polîtburo di nav PDK namînin

Li gor peyrewa navxwe ya partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku biryar e di kongreya 11.12.2010an de gotûbêj li ser bê kirin, navê polîtburo û komîteya navendî tên guhertin û dibin ‘Ciavata Serkirdayetî’ û ‘Komîteya Rêvebirinê’. Herwiha li her parêzgehekê civateke serkirdayetî tê damezrandin. Li gor endamekî polîtburaya PDKê kongre guherankariyeke mezin di nav partiyê de çêdike û dibêje: ‘’Di civîna dawî ya polîtburo de biryar hat dayîn ji niha û şunde siyaseta vebûnê beramber hizban û dezgehên ragehandinê bê peyrew kirin.’’

Li gor Rûdawê  projeya peyrewa navxwe ya PDKê ku ji bo kongeraya 13ê amadekiriye, hinek guherankarî di pêkhateya organên PDKê de hatîne  kirin û ji rêzên xwarê heta bi polîtburo li xwe digre. Ew guherankariyên ku dê bên kirin jî wiha ne: 

–         Şane û şaneyên serekî namînin û dibin ‘Binke’ ku ji 10 heta 100 endaman pêk tê.

–         Li her parêzgehakê civata serkirdayetî tê damezrandin û rasterast bi Komîteya Rêvebirinê ve girêdayî dibe, ku cihê polîtburo digre û ji 15-17 kes pêk tê.

–         Navê komîteya navendî dibe Civata Serkirdayetî û jimara endamên wê 51 kes dibe ligel 9 endamên yedek ku ji aliyê kongrê ve tên hilbijartin.

–         Herwiha civateke din jî pêk tê ku jê re tê gotin ‘Civata Pisporan’, jimara endamên civatê ji 25 kesan kêmtir nabe û ji pisporên biwarên: Siyasî, civakî, kargêrî, aborî û tekoşerên kevin pêk tên ku ji aliyê serkirdayetiya PDKê ve ji wan kesan tên destnîşan kirin ku berê pileya wan a berpirsyariyê hebûye, yan ji aliyê PDKê ve di nav hikûmet û parlamen de hatine bicîhkirin.

Komîteya rêvebirinê ku cihê polîtburo digre, li gor maddeya 18 ya peyrewa navxwe ya PDKê wek niha sekreterê wê dê hebe. 17 endamên Komîteya Rêvebirinê di navxwe de tên hilbijartin.

Back to top button