Civak

Şaredariya Girêmîra û Sûrê û hêviyên me

Şaredarê Girêmîra, mamoste Ömer Altun ji bo çend rojan li Swêdê bû. Li çend deverên cewaz civîn pêk hatin, li ser kar û xebata belediyê agehdarî da xelkê, li pêşniyazên Kurd û Swêdiyan guhdarî kir û hevdîtinên fermî pêk anî…

Têra xwe ciwan e, mamoste Altun, Xort e. Wî, xebata şaredariya klasîk li ya modern barkirî ye û wersiyonek nû peyde kirî ye. Di axaftin, pêşniyaz, dîtin û biryarên wî de, îknakirin, parvekirin, plana karkirinê û encamên wê rolek mezin dilîze û agehdariyên hene li ser zaniyariyê têne amadekirin û pêşkêşkirin. Lewma nîvemir, kal û ciwan bersiva pirsên xwe distînin. Bi qasî ku ji xebatên belediyê xuyanî dikin, di biryarên wî de, paya herkesî heye û hetanî cihekî bi dilê hemû kesan e. Her kesek li gorî çalakî û paya beşdarbûnê hinekî şaredar e, keda xwe tevlî pêşketina şaredariyê dike. Aqilmend û şewirmendên Altun hebin jî, ew mêjî û lokomotîfa kar e û biryarên hevbeş ji rêvebiriya giştî ya şaredariyê derdikeve…

Em beşdarî civînek ji yê wî li Swêdê dibin. Ber êvarkî dema xwarinê tê. Lê ew birçiyê kar e, wextê xwe dide hevdîtinekî din û şaredarekî ji yê Swêdê dibîne. Ji strêsê dur, di wextekî ku çûn û hatin kêm bûye, tenê ew mane, dema ku mirov dikare li ser pirsan kur bibe, piştî xelasbûna saeta fermî diçe şaredar dibîne û civîn pêk tê…

Me di gera CHAK ê ya Amed ê ji dostên nêz bihîst. Her çiqasî nehatibe eşkerekirin jî, wisa xuyanî dike ku dê projeyek erênî li belediya Girêmîra bê ceribandin. Weke tê zanîn, xanî û odeyên me di dema çile de bi rêya kalorîferê (hilma ava germ bi rêya xeta boriyan) germ dibin.  Lê ji bo çareseriya germa havînan çareseriyên baş peyde nebûne. Lê ceribandina nû dê bi hêza tîrêj û germa tavê û bi rêya heman boriyên kalorîferê, malan hênik bikin. Heman boriyê avê dê di havînê de henkayiyê belav bikin. Li gorî projeya ceribandinê, elektrîk zêde naçe, enerjî dê ji tavê bê girtin.
Li bajaroka Girêmîra û bajarê çend deqîqe jê dur Nisêbînê, havînan germahî hildikişe 40 dereceyan. Projeyekî wisa dê pirsgirêkekî giring çareser bike. Dema proje di demek nêz de bê ceribandin dikare taveyê herêmê, bi rêya teknîka Swêdê û bajaroka Girêmîra bike bihuşt.

Li Almanya, Fransa û Swêdê hejmarek baş girêmîrî hene. Sohbetên wan weke yê welat gelek caran germ in û dilê wan bi welatê wan ve ye. Di eslê xwe de, Girêmîrî hinekî Nisêbînî ne. Em kesên li Nisêbînê çêbûne û mezin bûne, dema diçin sohbetê wan, xwe li mala xwe dibînin. Em jî dibin Girêmîrî. Dema em xebata şaredarên xwe yên mina Altun û piştgiriya Girêmîriyan dibînin, bi hebûn û xebatên wan serbilind dibin.

Piştî hevdîtina bi şaredarê Swêdî re û navbêrka xwarinê, civîn berdewam dike. Dest bi axaftina xwe dike, Altun. Civîn di komela ”Girkom”ê pêk tê. Girkom komeleyekî çandî û civakî ye, çend sal in ji bo pêşketina bajarokê Girêmîra xebatê dike. Di civînê de gelek kes beşdarî dibin û lê guhdarî dikin.
Paşê beşdarên civînê li ser pêşketina aborî li Girêmîra kur dibin. Pêşniyaz dikin ku rêyên nû vebin, gavên nû bê avêtin ku, bi taybetî dewlemendên Girêmîrî, bi giştî Nisêbînî û Kurd karîbin beşdarî bikin û bi sermayekî mezin cihên kar li Girêmîra bêne vekirin.

Di eslê xwe, pêşniyazek di cî de ye. Nisêbînê û deriyê ”Binya Xetê” çend deqîqe ji Girêmîra dur e. Xeta Îpekê di Nisêbînê re derbas dibe. Sîlopî û deriyê Herêma Kurdistanê jî 2 saetan dur e. Girêmîra li ser ”Xeta Îpek”ê, herdu rêyên mezin ava bûye ku, Asya û ewropayê bi hev girê dide. Gavek wisa dê herêmê dewlemed bike.
Weke tê zanîn çend sal in li welat şer heye. Gelek gund hatin valakirin. Gelek malbat li Nisêbînê bi cî bûn. Kesên barkirine, ji çandinî û xwedîkirina heywanan baş fêm dikin. Mirov dikare bêje ku pisporê pirsê ne. Sermayek  ku berê xwe bide çandinî û xwedîkirina heywanan dê mecalên karê nû ji xelkê re pêk bihêne û herêmê dewlemend bike.

Şaredarê Girêmîra Altun, bi erênî nêzî pêşniyazê dibe. Di vegerê de dê bi pisporan li ser pirsê kur bibin. Ez bawer im ku dê Altun rê veke û bereketê bi ser herêmê ve bîne. Bi vê pêşniyazê hem belediye dê qezenc bike, kesên sermayedar dê memnûn bibin, xelk jê bêkariyê rizgar bibe û keda û qezenca herêmê dê li herêmê belav bibe.
Min di programek tv de jî dîtinên xwe li ser xebata belediyan û teşwîkirina sermeyaderên Kurd li Ewropayê anîbû ziman. Ji bo xurtkirina gundan ji aliyê aborî, teşwîkirina çandînî û xwedîkirina heywanan, heman tişt anîbû ziman. Alîkariya gundiyên mexdur, dikare bi rêya gavên wisa bibe. Dîtina me û ”pêşniyaza Girêmîriyan” ji sermayedarên Kurda re rêya vê alîkariyê, hevkarî û qezenca herêmî vedike.

Girêmîrî berî niha jî ambulansek jî şandibûn bajêr. Bi qasî em zanin, ambulans gelek caran alîkariya rûniştvanê Nisêbînê jî dike. Niha jî dê odeya bajêr ava bikin. Li wir dê cihê taziyê, serîsaxîyê jî hebe. Mûmkûn e ku xelk karîbin dawetên xwe, kursên cewaz yê meslekî jî dest pê bikin. Ji bo avakirina cihek wisa, belediyê dest bi xebatê kiriye û Girêmîrî jî di nav xwe û hemşeriyên xwe de alîkariyê didine hev.
 
Li welatê me, dema qala şaredarî û berpirsiyariya belediyan dihate kirin, dizî, rûşwet û dewlemendiya bêheq dihate bîra mirov. Belediye, cihê talanê û dewlemendbûnê dihate dîtin. Lê nimuneya Girêmîra û SUR ê, şaredarên mîna Ömer Altun û Abdullah Demirbaş nîşan didin ku, belediye cihên xizmetê ne. Xizmeta çandî, civakî û aborî dikare bi rêya belediyan baştir pêk were. Şaredarên zîrek dikarin pirên dostaniyê bi belediyên biyanî re jî ava bikin, rêyên hevkarî û pêşketinê vekin û rolekî navnetewî jî bilîzin.

Rola belediyan ji bo perwerdekirina xelkê ji aliyê mafên wan yê însanî, hiqûqî, pêşxistina meslekî, teşwîkirina vekirin, peydekirina mecalên kar, pêşketina aborî  û xebatên ji bo avakirina bajêr, her wisa ji bo pêkanîna xebatên çandî û yê ziman, mezin e.
CHAK îsal du (2) caran bi munasebetên cewaz û fermî çû bakurê Kurdistanê û ji nêz ve li ser pirsan kur bû. Hêviyên min weke şexis, ji bo ”parastina mafê mirovan” û ”dermankirina birînên gundiyên mexdur li Kurdistanê ji aliyê aborî ve” xurtir bû. Yek ji kaniya vê hêviyê eşkere ye:

”Ne hêviyên ji Ankarayê”, lê belê xebatên belediyên li Kurdistanê vê hêviyê didine mirovî.

Gabar Çiyan
Edîtorê EuroKurd News ê &
Kordînatorê Kurdocide Watch CHAK-Bakur
Stockholm

Back to top button