Kultur

Le Monde diplomatique kurdî bi hejmara xwe ya nû derket

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya çiriya paşîn dîsa têr û tije û bi mijarên li ser siyaset û çanda kurdistanî u cîhanî ve derket pêşberî xwendevanên kurdî.

Di vê hejmarê de, Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan ku li beşê Kurdolojiyê yê Parîsê mamoste ye bi nivîsa xwe ya bi navê « Guman » ve balê dikişîne ser rewşa civaka kurdî ya rewşenbîrî û wêjeyî. Îbrahîm Seydo bi têgihîştaneke nû ve nêzîkî mijarên jiyana siyasî û rewşenbîrî dibe û nirxandinên balkêş ji nimûneyan derdixe û balê dikişîne ser netewebûyina civaka kurdî û têgeha pîroziya ku di civaka me de bi cîh bûye.

Dr. Selîm Temo Ergul ku mamosteyê Zanîngeha Artukluyê (Mêrdîn) ye, behsa serboriya damezrandina beşê kurdî yê vê zanîngehê dike û balê dikişîne ser zehmetiyên ku li hember wan bûne asteng. Selîm Temo bi zimanekî zelal haydar dike ku vekirina beşên kurdî li Zanîngehan di nava siyaseta Tirkiyeyê ya nû de weke alav hatiye bikaranîn û dewlet naxwaze ku ev beş bi pêş ve bikevin.

Weke hejmarên xwe yên berê, Le Monde diplomatique kurdî vê care jî cîh daye nivîseke ji « Arşîva bîra Kurdan ». Nivîsa vê hejmarê ya Chris Kutschera ye ku di sala 1974’an de hatiye çapkirin û wê demê balê dikişîne ser bê çawa Kurdên başûrî di bin pêşengiya PDK’yê û General Barzanî de berê têkoşîna xwe diguherin û êdî behsa serxwebûnê dikin.

Le Monde diplomatique kurdî vê hejmarê sê dosye vekirine.
Yek jê dosyeya li ser Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (REHE) ye. Di vî warî de cîh daye nivîsên Fabio Liberti, Caroline Fleuriot û Alain De Neve ku li ser dîrok û erk û taybetmendiyên vê rêxistinê rawestiyane.

Dosyaya duyem ku balê dikişîne jî, li ser rastgirên Amerîkayê hatiye sazkirin. Walter Benn Michaels û Robert Zaretsky bi nivîsên xwe ve nîşan didin ka rastgir û konservatorên amerîkî çawa dibin desthilatdar û behsa rastgirên ku bi navê Tea Party jî tên naskirin dikin.

Herweha peywendiyên balkêş yên ku Hindistan bi Îranê û bi Îsraîlê re danîne jî bûne mijara dosyayeke sêyem. Isabelle Saint-Mézard bi nirxandinên xwe ve balê dikişîne ser dîplomasiya ku Hindistan li herêmê bi rê ve dibe.

Herweha nivîsa Sophie Pommier ku behsa cîhê Misirê yê di qada navneteweyî de dike, destnîşan dike ku Misir welatekî weha ye ku dixwaze di çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de bibe navnîşaneke girîng.

Bénoit Breville jî behsa neteweperestiya li Kebekê dike û pirgirêkên vî beşê Kanadayê û siyaseta wê bi xwendevanan dide fahmkirin.

Régis Gente jî bi nivîseke cuda ve balê dikişîne ser « ewrasîzmê » ku weke têgeheke nû diyar dibe û di nava siyaseta ewropî de her ku diçe girîngtir ber bi çav dibe.

Nivîseke din ku balê dikişîne jî li ser « Qumara ser înternetê » ye ku ji aliyê Marie Bénilde ve hatiye nivîsandin. Bénilde balê dikişîne ser bê li Fransayê (û bi giştî li cîhanê) çawa xelk bi qumarxaneyên ser înternetê ve tên xapandin.

Lê Monde diplomatique kurdî xelatgirê Nobela wêjeyê yê îsal Mario Vargas Llosa jî ji bîr nekiriye û vê hejmarê nivîsek li ser helwêstên wî yên siyasî jî heye. Nivîsa ku ji aliyê Ignacio Ramonet ve hatiye nivîsandin dide zanîn ka çawa Vargas Llosa ji piştgiriya şoreşa Kubayê vegeriyaye ser heyraniyeke siyasetmedarên neo-lîberal, yên weke Sarkozy û Berlusconi.

Beşê Kultur-Polîtîk yê Le Monde diplomatique kurdî dîsa ji aliyê Kejo Bajar ve hatiye amadekirin û behsa sê mijarên cuda dike. Yek jê, dîmenên Kurdan yên di filîmekî Hollywoodê de ye ku ev filîmê bi navê « Triage : Eyes of war » ji aliyê Danis Tanovic ve hatiye çêkirin û Colin Farel û Paz Vega serlehengê wî ne. Kejo Bajar herweha behsa dîmenên Kurdan yên di berhemên Selahattîn Bulut (Xadim) û Arjen Arî (Bîhoka li pişt sînor) jî dike.

Back to top button