Komita piştgiriya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li Bakur

Komîteya amadekar a piştgiriya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê û Referanduma Serxwebuna Başûrê Kurdistanê li Diyarbekir jî civîna xwe li dar xist.
Di civînê de ji Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çaxer, nivîskar Îbrahîm Guçlu û li ser navê Rojava Deyzen Sîtî, hunermend Birader Mûsikî û siyasetvan û rewşenbîrê Kurd Fuat Onen beşdar bûbûn.
Di civîna komîteya amadekar a ji bo piştiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de, biryar hate dayîn, ku di 26’ê Tebaxê de li Hewlêr, Amed û Kolnê ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê festîval bêne lidarxistin.
Herwiha ji bo pêkanîna festîvala li Amedê komîteyek hate avakirin.
Ev komîte dê ji bo pêkanîna festîvaleke mezin xebatan bimeşîne û bi nûnerên partiyên li Bakurê Kurdistanê re jî hevdîtinan pêk bîne.
Komîte dixwaze, hemû partî, kesayetî, hunermend û kesên navdar jî ji her perçeyên Kurdistanê di xebata festîvala piştgiriya serxwebûnê de cih bigrin.

Nêrînek

  1. Piroz be.. siheta we xweşh.. Hêvidarım ev heyecana netewî hemi Kurdan bine ser rêya Kurdewari, welatparêzîyê..Her çûk bi refên xwe re diffir e. \r\nDam dema çikirina helbest û sitranên hêvîyê ye. Male we ava ji boy vê helwesta we û serkeftin ji boy kar û debar we.\r\nYan Kurdistan Yan Neman!

Nerîna min :