YNK pişgirîya referandumê dike, lê bi merc!

Meclisa Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî li bajarê Silêmaniyê civiya.Di civînê de babetê sereke pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê bû. Di civînê de piştî gotubêjên berfireh , Meclisa YNKê, bi piraniya dengê endamên xwe biryar da piştgiriya referandoma serxwebûna Kurdistanê bike. Lê ev helwesta pişgiriya referandumê jî mercekî ve girê da.Meclisa YNKê da xuyakirin, ku  ew bi wê mercê piştgiriya referanduma li Başûrê Kurdistanê dikin, ku ji bo lidarxistina wê yasayek ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve were dayîn.Piştî civînê daxûyaniyek hate ragihandin. Di daxûyaniyê de dibêje: “YNK her ji damezrandina xwe ve heta niha, dirûşma mafê çarenivîsê bo gelê Kurdistanê, bingeha sereke ya xebata wê bûye. Ji wê lênihêrînê ve, Encumena Serkirdatî tekez dike, ku YNK weke pêşengê xebata mafê demokratîk ê diyarkirina çarenivîsê, bê guman piştevanê wê yekê dibe û dê têbikoşe, da ku proseya referanduma bo serxwebûnê, li Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyên Kurdistanî yên veqetandî ji herêmê, were serxistin, bi mercekê ku tevahiya rêkarên wê bi yasayekê di parlamentoya Kurdistanê de were pesendkirin û desthilatên taybetmend ên herêmê û tevahiya saziyên din ên fermî, di ber ronahiya yasayên heyî yên li Herêma Kurdistanê de, erkên xwe yên niştimanî bo serxistina wê proseyê cîbicî bikin û zemîneya komdengî û yekrêziya niştimanî dabîn bikin.”nakokiyên di nava YNKê de dibe sedemek bingehîn ku, nikare di derbarê serxwebûna Kurdistanê de zelalbin. YNK dema bi merc pişgiriya referanduma serxwebûnê bike û di civina dezgehê herî desthilatdara xwe de, bi piraniya denga vê biryarê bigre, ev yek cihê pirsên girînge.Pişgiriya çarenûsê miletekî bi mercan ve nayê girêdan.. 

Nerîna min :