Civak

Dem hatiye ku em bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re

Welatiyên navçeyên Kurdistanî li parêzgeha Mûsilê dibêjin, me hêviyeke mezin bi referanduma Kurdistanê heye da ku navçeyên me vegerin ser Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bibe dewlet bi dengê “Erê”.Sîrwan Husên Mexmûrî ku welatiyekî Mexmûrê ye ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara serkirdatiya Kurdistanê bi birêvebirina referandumê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, baştirîn pêngav bû ji bo vegera navçeyên me bi yekcarî bo ser Herêma Kurdistanê û ev yek bûye cihê dilxweşiyê li cem tevahiya xelkê navîçeya me.”Seydo Çeto ku kesayetiyekî Kurdên Êzdî ye ji malpera KDP.info re dibêje: “Wek kesek ji Şingalê ez dibînim ku referandum derfeteke zêrîn e û nabe em jidest bidin û nexasim jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îradeya Herêma Kurdistanê, ku divê em hemû tê de beşdar bin û em bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re. Pêwîst e em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û em bibin dewlet ji ber ku hemû bingehên dewletbûnê di Başûrê Kurdistanê de hene.”Şivan Çawşîn ji nahiyeya Wankê derbarê referandumê dibêje: “Beşdarîkirina me di referandumê pirseke dîrokî ye û ji me re cihê dilxweşiyê ye, ji ber ku em dixwazin navçeyên me bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistanê.”Welatiya Xristiyan Yelda Şemuîl ku xelkê bajarokê Tilkêfê ye, ragihand: “Em bi biryara referandumê û lidarxistina wê li navçeyên me jî pir dilxweş in. Em bi coş û xiroş çaverê wê rojê dikin ku em herin ser sinduqan û bêjin “Erê ji vegera navçeyên me bo ser Kurdistaneke serbixwe re.”Nasih Xidir ku xelkê Zumar e, dibêje: “Rêjeyeke pir mezin ji xelkê Zumar dê bêjin “Erê” di referandumê de û kêfxweşiya me ji wê rojê re pir mezin e û em gelekî dilxweş in bi vegera navçeyên me bo ser Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî.”

Back to top button