Cîhan

Komên çekdar li hev kirin ku bên hilweşandin

Roja 24ê Kanûna 2024an, medyaya fermî ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, civîna berpirsên grûpê ligel serokê niha yê Sûriyê Ehmed Şare bidawî hat û “lihevkirin ku hemû grûp bên hilweşandin.”

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand, hemû grûpên ku bi Ehmed Şera re lihev kirine, dê bi hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyê re bên yekkirin û di bin çavdêriya Wezareta Berevaniya wî welatî de bin.

Di 22 Mijdarê de, Ehmed Şara got ku dê destûr neyê dayîn ku ti grûp li Sûriyê xwedî çek bin.

Hefteya borî Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Mihemed El-Beşîr ragihandibû ku grûpên çekdar û efserên Sûriyê yên ku ji piştevaniya Serokê berê Beşar Esed vekişiyane dê di bin destê Wezareta Navxwe de bin.

Encumena Demkî ya Sûriyê Murhef Ebû Qusra wek wezîrê berevaniyê destnîşan kir.

Ji bilî Encûmena Rizgariya Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), komên çekdar ên li Sûriyê ji Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, Artêşa Azad a Sûriyê, Encûmena Azadiya Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hêzên Opozîsyonê pêk tên.

Back to top button