Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya mesîhiyan dike

Bi helkefta hatina Cejna Noelê û jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê li ser bin), bi germî û ji dil pîrozbahiyê li hemwelatiyên me yên ezîz yên Xirîstiyan yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û li seranserê cîhana xiristiyan pîroz dikim. Hêvîdarim ku cejna aştî û aramiyê be, hemû bênvedaneke xweş derbas bikin û ji bo hemûyan saleke tijî bextewarî û serkeftin be.

Bi vê minasebetê, em hemû welatiyên xwe yên Xiristiyan piştrast dikin ku, wek her tim em dê mafên wan biparêzin û ji bo bihêzkirina nirxên me yên hevpar û kûrkirina çanda cihêrengiya olî û etnîkî, pêkvejiyan, hevpejirandin û tolerans a di nav hemû pêkhateyan da berdewam bin. Kurdistan, bê cudahî, dê niştimanek û maleke aram ji bo hemûyan bimîne .

Cejn li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.12.2024

Back to top button