Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Îranê kir

Îro danê nîvro sêşemê 24.12.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Feramerz Esedî Konsulê Giştî yê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê kir û di civînekê da pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û Hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê jî bo serxistina erkê wî nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê nû yê Îranê, kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe li Hewlêrê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku, Komara Îslamî ya Îranê giringiyê dide peywendiyên xwe yên dêrîn bi Herêma Kurdistanê ra. Wî xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan di hemû waran da nîşan da.

Di mijareke din ya vê hevdîtinê da, di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî, gotûbêj kirin.

Back to top button