Civak

Hêvîdarim ev minasebet bibe destpêka bicihbûna aştî û aramiyê

 Serok Barzanî bi minasebeta Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh peyamek pêşkêşî mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û tê de tekezî li ser kûrkirina çanda pêkvejiyanê û biratiya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina sersala nû û jidayikbûna hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xwişk û birayên Kiristiyanî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”

Serok Barzanê dibêje: “Bi vê boneyê ez tekezî li ser kûrkirina çanda pêkvejiyan û biratiyê di navbera pêkhateyên Kurdistanê de dikim û hêvîdar im xwişk û birayên me yên Kiristiyanî hemû cejn û boneyên û xweşiyên xwe bi aramî û aştî derbas bikin.”

Herwiha Serok Barzanê di peyama xwe de got: “Hêvîdar im ev bone bibe destpêka bicihbûna aştî, aramî û îstiqrarê li herêmê me û hemû cîhanê.”

Back to top button