CîhanRojev

Îsraîl ji dîplomatan xwest ku Hûsiyan bixin nav lîsteya terorê

Îsraîlê talîmat da nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên li Ewropayê ku ji bo binavkirina koma serhildêrên Hûsî ya ku Îran piştgiriya wê dike li Yemenê weke rêxistineke terorîst ikeve lîsteya terorê de.

Hûsiyan gelek balafirên bêmirov û mûşek avêtin Îsraîlê di êrîşên ku wan weke çalakiyên hevgirtinê bi Filistîniyên ku li dijî hêzên Îsraîlî li Xezayê şer dikin bi nav kirin.

Êrîşan rêyên sewqiyata navneteweyî asteng kirin, ji ber vê yekê pargîdan neçar kirin ku demek dirêj bikin û lêçûnek zêde bidin. Vê yekê tirsa li ser enflasyona gerdûnî zêde kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got, “Hûsî ne tenê ji bo Îsraîlê, ji bo herêmê û hemû cîhanê gef in. “Gava yekem û herî bingehîn a ku divê were avêtin ew e ku Hûsiyan wekî rêxistinek terorîst binav bikin,”

Saar got ku wî nameyek ji serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şandiye û xwestiye ku civîneke awarte were lidarxistin da ku “êrîşên Hûsiyan û berdewamiya piştgiriya Îranê ya ji bo Hûsiyan şermezar bikin.”

Li gorî Wezîrê Derve yê Îsraîlê Saar, Amerîka, Erebistana Siûdî, Malezya, Îmarat, Awustralya, Kanada, Zelanda Nû û Îsraîl niha Hûsiyan weke terorîst binav dikin.


Back to top button