Kitêbek nû: 56 sla xiyanet ji Îbrahîm Ehmed heta Hêro Îbrahîm Ehmed
Nivîskarekê ji Rojhilata Kurdistanê kitêbekê li ser xiyanetê û bi taybetî li ser xiyaneta 16ê oktobera sala 2017ê ku grûpeke nav Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kerkûk û deverên din bê şer û li gor lihevhatineke veşartî teslîmî Pasdarên Îranê û Heşda Şabî kir, dinivîse û van roja ew kitêba bi navê (56 sla xiyanet ji Îbrahîm Ehmed heta Hêro Îbrahîm Ehmed) ketiye ber destê xwendevanan.Nivîskar Hamid Gewherî, kitêba xwe ya binavê: 56 sla xiyanet ji Îbrahîm Ehmed heta Hêro Îbrahîm Ehmed çap kir û weşand ku tê de lêkolîn li ser çend mijarên girêdayî xiyanetê di dîroka bizava rizgarîxwaza Kurdistnê de weke; xiyanete Îbrahîm Ehmed û pişt re jî xiyaneta Hêro ya keça Îbrahîm Ehmed kiriye.Kitêba nivîskar Hamid Gewherî ya binavê: 56 sla xiyanet ji Îbrahîm Ehmed heta Hêro Îbrahîm Ehmed ji 252 rûpelan û 11 beşan pêk tê û beşek taybet behsa xiyaneta 16ê oktobera sala 2017ê, piştî referendûna serxwebûna Kurdistanê dike ku ew xiyanet ji aliyê Hêro Îbrahîm Ehmed û biraziyên Celal Talebanî hat kirin û bajarê Kerkûkê firot pasdarên Îranê û Heşda Şabî.Kitêba: 56 sla xiyanet ji Îbrahîm Ehmed heta Hêro Îbrahîm EhmedJi van beşan pêk tê:
- Destpêk
- Xiyaneta Îbrahîm Ehmed haeta Hêro Îbrahîm Ehmed
- Yekem xiyanet
- Xiyaneta duyem
- Xiyanet di nava rêzên hizbê de
- Xiyanet ji bona ferizkirina desthilatê
- Xiyanetkirin li kurdên Rojhilata Kurdistanê
- Xiyanet berdewam e
- Bûyerên beriya xiyaneta 16ê oktoberê
- Referendûm hêcetek ji bo xiyanetê
- Piştevanîkirina kurdan û tecrûbeya wan
Nivîskar Hamid Gewherî ji Rojhilata Kurdistanê ye û sala 1944ê li bajarê Mihabada hatiye ser diyayê. Nivîkarî heta niha 31 kitêbên li ser dîrok û siyasetê nivîsîne û neh kitêb jî bo ser zimanê kurdî wegerandîne.