Trump: Îran sponsorê terorîzmê ye
Serokê Amerika Donald Trump şevîdin demjimêr 21.20 biryarek dîrokî da û bi vê biryarê siyaset li Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizayn kirin. Trump da xûyakirin ku Amerika xwe ji peymana Atomî vedikişînê.Wek tê zanin sala 2015ê ji bo rê li ber çêkirina çekên atomî li Îranê bête girtin Amerika li gel 6 welatên din li hevhatina Atomî îmze kirîbû. Amerika li gel Îran, Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çînê ev peymana Atomî îmze kirîbû.Lê ji bo helwesta Îranê ya pişgiriya rêxistinên terorist û herweha hêzbûna Îranê li welatên wek Suriye û Yemenê dida xûyakirin ku, Îran gelek nehênî bernameya çêkirina çekên nûkleer berdewam dike.Trump dema ev biryara welatê xwe da xûyakirn got: Îran sponsorê Terorê ye.Li himber vê biryara Amerika Îran da xûyakirin ku ewê li gel 5 welatên din vê bernameyê berdewam bikin. Herweha welatên din wek Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çînê nerazîbûna xwe ji bo biryara Turm dan diyarkirin.Eve demek bo Amerika dida xûyakirin ku ewê vê peymanê ber biçavre derbas bikin û ihtimala mezin ji bo helwestên Îranê xwe ji bernameyê vedikêşin. Di vê derbarê de gelek pêwendiyên diplomasî çêbûn, lê Amerika dawiya biryara xwe da.Îsrail û Erebistan a Siudî pişgirî dan vê biryara Trump û ev biryara Amerika gelek erênî nirxandin. Îsrail da xûyakirin ku, dê ev biryara rê li pişgiriya Îranêya terorê bigre.