Nivîsar

Kiryarên PKKê û bêdengiya Medya Kurdî

Eve demeke cardin PKK dest êrîşên xwe kir. PKK Li Rojavayê Kurdistanê erîşek mezin dibe li ser endam û berpirsên PDK-S. Hinekan digire û yên din jî ji Rojava bi darê zorê dertêxin û rêdikin Başûrê Kurdistanê. Hêzên girêdayê PKKê di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku “ Emê Rojava ji bo PDKê bikin Vietnam“.

Ji aliyek din li Bakurê Kurdistanê bangî ciwanan dikin ku tevlî refên gerila bibin. Gelek ciwanên 14-16 salî jî direvînin dibin çîyê.
Ji bo protestokirina vê yekê, sê malbatên ku li bajarê Diyarbekirê zarokên wan yên 15 salî ji aliyê PKK ve hatibûn revandin li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Mezina Diyarbekir civiyan û daxuyaniyeke belavkirin.

Malbatan daxwaz ji Serok Komar û Serok Wezîr û Abdullah Ocalan kirin ku zarokên wan bi awayeke zindî radestî wan bikin.
Her wiha daxuyaniyê dane zanîn ku eger zarokên wan neyên berdan ewê li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Mezina Diyarbekir greva birçîbûnê saz bikin.

Li devera Lîcê  çekdarên PKKê, êrîşî mala Mikail Ayik kirin û xwestin dû zarokên wan li gel xwe bibin, lê belê malbatê rê neda çekdarên PKKê ku wan zarokan li gel xwe bibin û li ser vê yekê şer û pevçûn rû da û encamê de 3 kes birîndarbûn.

Ji bo şermezarkirina vê bûyerê li Bajarê Diyarbekir û Batmanê xwepêşandan çêbû. Sedêhezaran xelk tevlî xwepêşandanê bûn. Himber erîşa çekdarî bi karanîna metodên demokratîk bê guman helwestek başe.

Beşek mezin medya kurd gelek cih neda van meşan û helwestên Kurdên Bakur ku kiryarên PKKê şermezar dikin.

Ev yek di rastiya xwe de gelek balkêşe. Taybetî ew kanalên Televizyona ku her bûyerek ya PKKê,BDP û HDPê li Bakur dikin nûçe û li himber helwestên dijê kiryarên PKKê bê deng dimînin rasterast xizmeta siyaseta PKKê li Bakurê Kurdistanê dikin. Herweha tigihandina vê yekê jî zehmetiyekî di nava xwe de peyda dike.

Lê çibe bila be, ew alî û dezgehên bi hemdê xwe yan jî bê hemdê xwe li himber kiryarên PKK bê deng dimînin bi awayekî şirîkatiya çewtiyên PKKê dikin.

Herkes behsa “Pêvajoya Aşitiyê“ dike. Taybetî BDP/HDP hewarî  di gotarên xwe de li “Pêvajoya Aşitiyê“ xwedî derdikevin. Lê di rastiya xwe de helwestên PKK yên vê dema dawî dixwazin vê pêvajoyê têk bidin.

Daxûyaniyên Qandîlê û helwesta wan û taybetî derxistina ciwanan ya çîyan û herweha çalakiyên ku dikin dide nîşandin ku ew dixwazin pêvajoyê têk bidin.

Dema PKK bi hinek hewldanên xwe dixwaze vê pêvajoyê têk bide, ji bo çi aliyên siyasî bi zelalî vê yekê şermezar nakin.  Ew medya ku dijê şer li Bakurê Kurdistanê derdikeve , ji bo çi daxwaziya PKKê ya şer mahkum nake?

19.5.2014

Dara Bilek

Back to top button