Nivîsar

Kî nûnertiya kurda dike.?

 

Pirsa ku kî nûnertiya kurda dike roj bi roj dibe pirsek rojane û ji bo vê yekê jî her aliyek siyasî li gora xwe nûnertiya kurda bi awayek cuda dinirxîne. Lê li aliyek din gelek welat û aliyên siyasî ji derveyê Kurdistanê li gora berjewendîyên xwe hinek aliya nûnerê kurda dibînin.

Li Kurdistana Başûr  dezgehên  herêmê hene û bi hilbijartin berpirsên van dezgehan têne destnîşankirin. Parlementoya Kurdistanê  di encama hilbijartinan parlementera kifş dike. Bi awayek din Serokatiya Herêmê, hukumeta herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê desthilat e û nûnertiya kurda li Başûrê Kurdistanê dike.

Lê li beşên din rewş cudaye. Li rojavayê Kurdistanê her çikas PYD xwedî bandore jî ,lê ne bi awayek demokratik yani ne bi hilbijartinekî bûye xwedî desthilat. Bi hêzên xwe yên çekdarî û bi alikariya hinek welatên wek, Îranê, Iraq û rejima Suriye bûye desthilat. Ji bilî xwe mafê jiyanek siyasî nade aliyê kurda. Xwe wek yekane nûnerê kurda li Suriye dibîne.

Ji aliyek din ENKS heye û ji derê ENKSÊ jî hinek partiyên kurdê Suriye hene. Bê guman her yek ji aliyê xwe ve kêm zêde nûnertiya beşek ji insanên Kurdistanê dike. Eger tifaqek , eniyek yan jî cureyek yê hevkariyekî di nava hêzên siyasî de hebûya hingê mirov dikariya bêje ev yekitî nûnertiya kurda dike.

Dê hingê jî zehmetbûya ku hinek welat kurda ji bo berjewendiyên xwe bi karbînin. Lê mixabin siyaseta PKK ya ne kurdewarî deriyê yekitiya digre. Eger PYD bi serbixwe û bi îrada xwe ya azad tevbigere dê pêkanina yekitiyekî di nava aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê jî gelekî bi hesanî bûya. Lê mixabin heta wek komek ya PKKê xebatê bikin ne dikarin rastiya welat û miletê xwe bibînin û ne jî dikarin li gora berjewendiyên netewî yên rojavayê Kurdistanê tevbigerin.

Li bakurê Kurdistanê jî gelek alî hewldidin ku tevgera kurd di kesayeta HDPê de bidin nîşandan. Gelek nivîskarên Tirka û taybetî çepên Tirka dema behsa HDPê dikin, piraniya cara gelek bi zanebûn navê HDPê bi kar naynin û dibêjin “ Kurda ev kir“ “Kurd vê helwestê distinin “ û gelek tiştên din . Yanî bi zanebûn ji dervê HDPê naxwazin aliyek din wek nûnerê kurda bidin nîşandan. Lê  HDP bi xwe, xwe wek partiyek kurd nabîne û dibêjin, em partiyek ya Tirkiyene. Lê ji derveyê HDP partiyên din hene, xwe wek partiyên Kurdistanî bi nav dikin.

Heta radeyekî li bakur beşek mezin kurd ne di nava HDPê  û ne jî endamê tu partiyekî ne , lê kurdin Kurdistanî difikirin û gelek dîtinên wan yên hêja hene. Ew jî li gora xwe nûnertiya beşek yê civata Kurda dikin.

Piraniya cara bi zanebûn kurda hemûyan bi kesayeta HDP/PKKê de didin nasandin.

PKK/HDP ji bo Kurdistanekî serbixwe xebatê nake, Ala Kurdistanê bilind nake, navê Kurdistanê bi karnaynin û inkar dikin. Başe ev çewe dibin nûnêrê gelên Kurdistanê?

Eger pîvan dengên ku ji kurda digrin be, ev pirsek dine. Berê li bakurê Kurdistanê partiyên Tirka bi tenê deng dikirtan. Lê tu cara nebûne nûnerê kurda . Niha jî di hilbijartinên giştî de li cografya bakurê Kurdistanê AK Partî du cara ji HDPê behtir denga digre, eger pîvan deng bin Ak Partî ji HDPê behtir nûnertiya kurda dike.

Lê ya rastî ewe ku yê doza mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikin nûnertiya beşek ji civata Kurda dike. Heta PKK wek nûnerê kurda bê naskirin di qada navdewleti de îşê kurda zehmete.

24.2.2019

Analîz/N. Firat

Back to top button