Eger Kurd yekalî bin, bi hindikî wê federaliyekê bi dest bixin

Zeynelabidin Zinar, di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Berî her titştî divê ew hêja ku niha li Rojavayê Kurdistanê şer dike, bê qeyd û merc divê rê ji bo hemû hêzên kurdî veke ku beşdarî di parastina mafê Neteweyê Kurd de bikin.

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalî ne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe

Zeynelabidin Zinar: Rast e ku niha derfeteke mezin ji bo Neteweyê Kurd li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê. Lê belê eger Kurd ji bo nirxandina wê derfetê ne amade bin, derfet nayê û xwe naxe situyê Kurdan. Berî her titştî divê ew hêja ku niha li Rojavayê Kurdistanê şer dike, bê qeyd û merc divê rê ji bo hemû hêzên kurdî veke ku beşdarî di parastina mafê Neteweyê Kurd de bikin. Yanena, wê atara di serê Sedsala Bîstî de ku hatiye serê Kurdan, di serê vê Sedsalê de jî dubare bibe. Gotineke Pêşiyên Kurdan heye: ”Kedkirê xwe, şêrînê dilê xelkê.” Eger Kurd hevgîr û yekalî bin, piştre ger Serxwebûna Kurdistanê bi dest nexin jî, bi hindikî wê federaliyekê bi dest bixin.

Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Ez ne di wê baweriyê de me ku Emerîka hêza xwe ji Sûriye û ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne. Bêguman vekişandin, ji bo Emerîkayê intîxar e. Lewra Emerîka qada Rojhilata Navîn ji Rus û Îranê re nahêle. Lê dibe ku Emerîka bi van taktîkan PYDê tengezar dike ku ji şaşiyên xwe vegere.

ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Jixwe ev rewşa aloz û ya xirab ku niha li Rojavayê Kurdistanê heye, ji ber kêmasî, şaşî û xeletiyên ku wan hêzên ku niha bi navê ENKSyê ne, derketiye holê. Ya duyem, PYD ji berê ve bi desthelatiya Be´sê re hevkar bûye. Çewa ku hêzên Kurd li Bakûrê Kurdistanê qada welêt ji PKKê re vala hiştine, li Rojavayê welêt jî eynî rewş çêbûye. Îmzekirina peymana bi opozîsyona Sûrî re jî, girêdayê bi çalaktiya hêza Kurd ve ye. Eger hêza Kurd karibe şûrê himetê têxe destên xwe û desteka derve jî bo xwe misogwer bike, hingê eger serxwebûn nebe jî, bi hindikî wê mafê Kurd di nava sînorên Sûriyê de bi dest bixe.

Li Rojhilata Navîn wijdan, merhemet, mirovatî û demokratî wek zihniyet bi desthelatiyên heyî re tune. Eger hebûna, wê Sedam Huseyn di 1993an de mafê Kurd pejirandibûna û problema Îraqê jî çareser dibû.

Li Sûriyê jî, eger opozîsyon serkeftin bi dest bixe û hêza Kurd jî eger belawela be, belkî mîna li Tirkiyê axaftin û nivîsandina Zimanê kurdî serbest bibe, lê bê ku statuyeke fermî çêbibe.

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin.

Hêzên navnetewî, amade ne ku mafê miletên bindest bipejirînin. Lê mafê wan miletan dipejirînin ku ew milet jî daxwaza mafê xwe bikin.

Çewa li jorê jî hatiye gotin, eger Kurd hevkar û yekalî bin, herweha eger ji bo bidestxistina mafê xwe çalak û li pêdarê bin, dikarin bi desteka hêzên navnetewî mafê xwe yê rewa, ger serxwebûn be yan federalî be, bi dest bixin. Yanena, eger Kurd ne amade bin, ew mafê heyî, wê bidin hin miletên din ên li Rojhilata Navîn ku niha meriv hîç gumana derketina wan a li piyasê nake.

Bi hêviya serkeftina Neteweyê Kurd…

22/ 02/ 2019

Zeynelabidin Zinar

Nerîna min :