Civak

Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya salane tê pêşkêşkirin

Bi amadebûna serokê berê yê Fransayê Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya salane tê pêşkêşkirin

Rûdaw her sal Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî dide rojnamevaneke jin
Tora Medyayî ya Rûdawê û Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî di salvegera duyemîn a şehîdbûna wê rojnamevana jîr û diyar de, xelata Şîfa Gerdî dide rojnamevaneke jin a çalak û şiyandar ku rûmala şer kiriye.

Roja 25ê Sibata 2019an li bajarê Hewlêrê, di merasîmeke taybet de û bi amadebûna Serokê Berê yê Komara Fransayê rêzdar Fransua Holand François Hollande wek axêverê sereke û berpirsên bilind ên Kurdistan û Iraq û rojnamevanên navxwe û derve, Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya salane tê pêşkêşkirin.

Rojnamevana diyar a Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî 25ê Sibata sala 2017an di dema karê rojnamevanî de li bajarê Mûsilê jiyana xwe ji dest da.

Wek rêzgirtinekê ji bo canê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala şerê DAIŞê û tundûtûjiyên din de jiyana xwe ji dest dan û karê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û gihandina rastiyan de rastî zehmetiyan tên, Rûdawê biryar da salane Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bide rojnamevaneke jin.

Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ji kesên pispor pêk tê ku di medyayên mezin ên cîhanê de kar kirine û bi rêya proseyeke nirxandinê xelat tê pêşkêşkirin.

Ji bo îsal (2019) komîte ji van kesan pêk tê:

Yekem: Rob Beynon, rojnamavenkî diyar ê televizyonê ye û rêveberiya nûçe û programan kiriye di kanalên (BBC-Bloomberg – CNBC)

Duyem: Adrian Wells, rêveberê komeleya Ewropî ya pevguherîna nûçe û zanyariyan (ENEX) û rêveberê berê yê nûçeyên Sky News a Brîtanî û pisporê stratejiya medyayê.

Sêyem: Jane Arraf peyamnêra mezin a Radyoya NPR a Amerîkî û berpirsa berê ya ofîsa CNN li Bexdayê.

Çarem: Joyis Kerem (Joyce Karam), profesor li Zanîngeha George Washington.

Pêncem: Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed. Roja merasîmê, bi amadebûna çend kesayetiyan ji Kurdistan û Iraq û Rojhilata Navîn û cîhanê, wergira xelata îsal tê eşkerekirin.

TORA MEDYAYÎ YA RÛDAWÊ Û KOMÎTEYA XELATA CÎHANÎ YA ŞÎFA GERD

Back to top button