Kerkûkî pêşwaziya bavê Rêjwan kir
Kemal Kerkûkî xêrhatina Hacî Elî kir, sersaxiya xwe û parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî Elî kir û xemgînî û diltezîna xwe anî ziman.
Her wiha Hacî Elî bo vê pêşwazîkirinê spasiyên xwe pêşkêşî serokê parlamentoyê kir û ragihand ku bila dawî li vê rewşa bêaramî bê, da ku rewşa Herêmê nekeve xeteriyê de û bo dijminan be fersendek.
Di berdewamiya axiftina xwe de, Kerkûkî da zanîn ku xemgîn e bo wan rûdav û dîmenên naşirîn, ku di encamê de ciwanên kurd şehîd bûne û her wiha birîndar bûne.
Serokê parlamentoya Kurdistanê Kerkûkî ragihand, ku ji hikumeta Herêmê re xwastine lijneyekê ava bikin û sedem û hokarên wan bûyerane û şehîd û birîndarkirinên wan ciwanên Kurd, çî û kê bin peyda bikin û tawanbarên vê rewşê siza bikin.
Her wiha di heman dîdarê de Kerkûkî, sotandina kanala asmanî ya bi navê Nalya NRT TV. şermezar kir û her dîsa, ji hikûmeta Herêmê re xwast ku tawanbarên wê bûyerê jî bibînin û radestî dadgehê bikin, da ku bigihin sizayê xwe.