Civak

Hê bi sedan gorên komkujiyê weşartî hene

Yekitiya Hekîmên Tirkiye, eve demek bû li ser gorên komkujiyê lêkolîna dikin û niha ev lêkolîn dawî bûn û Yekitiya Hekiman di vê derbarê de encama lêkolîna xwe dan kifşkirin.

Ev lêkolîn li 7 gorên komkujî hatine kirin. Li gora vê lêkolînê, li Çolemêrgê heta Dersimê bi sedan gorên komî hene. Dema hinek ji van eşkere dibin û têne vekirin, gelek çewtî  têne kirin û ji bo delîlê di derbarê awayê kuştinê û nasnama kesên di van goran de agahdarî winda bibin her tiştekî dikin.

Li gora vê lêkolînê, 114 gorên komî hene û termên 469 kesên hatîn kuştin di van goran de veşartîne. Heta niha 26 gorên bi vî awayî hatine vekirin û hestiyên 171 kesên hatîn kuştin dîtine.

Hêja xelk ji tirsa dewletê newêrin di derbarê van goran de agahdariya bidin. Wek tê zanîn bi hezaran insan li Kurdistanê hatine kuştin û di van gorên komî de hatine veşartin.

Back to top button