Salih: Ev dixwazin ev civîn destpêka diyalogê be

     
     
Îro 21.02.2011ê bi serperiştiya Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, li ser rewşa bjarê Silêmaniyê û herêma Kurdistanê bi giştî, civîneke berfireh di navbera aliyên siyasyên herêma Kurdistanê bi rêve çû.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mela Bextiyar kargêrê Poîtburoya Yekêtiya NIştimaniya Kurdistanê, Fazil Mîranî endamê polîburoya PDK, ihemed Tewfîq Rehîm ji Tevgera Gornê, Selahedîn Behaedîn emîndarê Yekgirtuya Îslamî û Elî Bapîr emîrê Komela Îsalamî amade bûn.

Piştî civînê, Berhem salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di preskonferensekê de behsa encamên civînê kir û bersiva rojnamevanan da.

Salih got:
– Her çi qas ez nikarim bêjim ku hemû teref li ser hûrgilyan kok bûn, lê hema bêje hemû aliyên beşdar di civînê de tekîd li ser asayîkirin rewşê, rêgirtin li pêşiya şidetê, rêzgirtin li qanûn, hewildan bo nerimkirin zimanê ragehandinê bi awayekî ku xizmeta aşitî û pêkvejiyanê bike, kir.

– Tekîd li ser emniyeta hevwelatiyan û şeriyeta saziyan hat kirin. Kodengî li ser bernameyê reforma hebû, bi awayekî ku hemû destpêşxeriyên çaksaiyê di yek bernamyeî de bên kom kirin û serokatiya herêma Kurdistanê û serokatiya hikûmetê bêxête di warê piraktîkê de.

– Di civînê de behsa bûyerên 17.02. 2011ê li bajarê Silêmaniyê û deverên din hat kirin daku bi rêyên qanûnî lêpirsîn li ser bê kirin û encamder û sebebkarên wa karesata bi rêya dadgehê miamile pê re bê kirin.

– Em ji aliyê xwe ve dixazin ev civîn destpêka pirosesa diyaloga niştimanî be di anvbera tev hêzên siyasîyên Kurdistanê de. Daku bi hev re tedbîrên pêwîst bo reşa îroj ya Kurdistanê bikn û ji bo paşeroja wê jî bernameyekî amade bikin.

– Erkê ser milên hemû hêzên siyasî, hikûmet û xelkê xemxorê Kurdistranê ye ku bergiriyê ji vê tecrûbeya herêma Kurdistanê bikin, rê li pêşiya kesên têkder bigirin û nehêlin kemîneyek azadiya xelkê Kurdistanê,jinav bibin.

– Me hez dikir ku piştî civnê daxuyaniyeke hevbeş derbikin, lê biraderên Goranê daxaz kir ku digel serokatiya xwe bipeyvin û piştî du-sê rojên din besiv bidin.

– Xwenîşandan mafê rewayê hevwelatiyan e, lê pêwîste li ser esasê parastina mafê xelkê û rêzgirtina qanûnê be. Nabe li ser esasê şidet û têkdana rewşa arama bazar be. Ji ber vê rewşê bazar rawesteye, divê berjewendiyên hevwelatiyan li ber çavan bê girtin.

– Ji bo rû bi rûbûna diyardeya gendeliyê gelek kar hatiye kirin. Parsal li parlamentoya Kurdistanê gelek danûstandin li ser budceyê hate kirin. ji bona çaksazî û nehêlana gendeliyê pêngavên baş hatine avêtin. Ew raporên ji dîwan açabdêriya darayî derketine bi rêya dadgehê dê bên çareser kirin. em daxazê ji parlamentoya Kurdistanê dikin ku lezê li pesindkirina yasaya desteya nezahê li Kurdistanê bikin.

Li dor nakokiyên navbera parlamenterên kurd li parlamentoya Îraqê di navbera Hevpeymaniya Kurdistanî û lîstey Goranê de, Salih got:

– Mixabin ku em li parlamentoya Îraqê behsa pirsgirêkên xwe bikin û neyarên me jî bo me çepika lê bidin. Li şûna hindê pêwîste em li parlamentoya Îraqê behsa madeya 140 bikin, ew di berjewendiya tevaya xelkê Kurdistanê de ye.

Nerîna min :