Kerkûk jî ji bo maddeya 140 xwepêşandanê dike

Demjimêr 12ê nîvroya îro li bajarê Kerkûkê xwepêşandanek ji bo bi cîhkirina maddeya 140 destpêkir û xwepêşander daxwaz dikin Bexda maaşên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.

Armanca xwepêşandana îro ji bo sûdmendbûna xelkê bajar ji dahata neft û bi cîhkirina xalên nav maddeya 140 a taybet bi navçeyên veqetandî. Eve ji bilî redkirina siyaseta Hikumeta Iraqê li beramber Herêma Kurdistanê, bi taybetî birîna maaşê fermanberan.

Biryare xwepêşander yadaştek bidin her sê Serokayetiya Iraq û Herêma Kurdistan û aliyê siyasiyên Iraqî û Kurdistaniyan. 

Nerîna min :