Polîtîk

Foreign Policy: Malikî nikare navendiya Iraqê biparêze

Kovara Amerîkî ya nêzîkî biryaderên Pentagonê, Foreign Policy di gotarekê da ku di hejmara dawî da belav bûye wê yekê tekez dike ku Serok Wezîrê Iraqê Malikî nikare navendiya Iraqê biparêze û welat roj bi roj hember perçebûn û belavbûnê ve diçe.

Kovara Amerîkî xûya kiriye ku Malikî heman siyaseta Saddam birêve dibe lê ew nikare Iraqê bi navendî ragire û niha ji 12 parêzgehan bêhtir di gel Herêma Kurdistanê di hevrikiyeka dijwar da ne û eger Malikî li ser vê ser reqiya xwe berdewam bû dibe ku Iraq baceka mezin bide. Ji ber ku %93 ji dahatê Iraqê ji petrolê ye û nemana vê dahatê bi ramana wê yekê ye ku Iraq nemîne.

Kovar di vê mijara xwe da behsa Herêma Kurdistanê û hevrikiya di gel Malikî kiriye û tekez dike ku Amerîka bi xwe sedema serekiyê vê hevrikiyê bûye dema piştevaniyê li Malikî kir ku Iraqe ka navend bi hêz ava bike lê ji ber ku destûrê Iraqê dijî vê yekê bûye lewma Kurd qebûl nakin xwe ji bo Malikî biçemînin û wê navendiya Malikî divê li ser wan bisepêne û destkeftên Kurdan ji nav bibe.

Back to top button