Nivîsar

Kek Arif – tê di dilê me de her bijî….

Roja 11ê adarê, Kek Arif Aydin – sitûnek ê  kurdewerî ya paqij, xebatgirê doza Barzaniyê Nemir heta roja dawî ya jiyanê xwe, gihişt rehmeta Xwedê. Wefata Kek Arif di nav heval, hogir û rûniştvanên Kurd ên li Swêdê de xemgîniyek mezin peyda kir.

Kek Arif, di doza Kurdewerî de nimûneyek balkêş û dilovan bû. Di dawiya salên 1960an de di nav rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê de cîhê xwe girtibû û heta roja dawî ya jiyana xwe sadiqê vê rêbaza niştimanî û kurdewer ma. Di destpêka salên 1980an de li Stockholmê-paytexta Swêdê bicîh bû bû û têkoşîna xwe di rêbaza Barzaniyê nemir de di wan salan de di nav Kurdên Swêdê dabû zanîn.

Roja 6ê çileya paşîn a sala 1989an de, roja ku ez hatim Swêdê, kek Arif ê rehmetî hate pêşiya min, ez bûm mêvanê mala wî ya kurdewer. Bi egerên rêxistinî yên nêzîk, çendîn mehan li mala Kek Arif em jiyan. Wê demê min dit ku, mala Kek Arif kona kurdeweran e. Gelek welatparêzên di wan deman de hatî berê xwe didan mala kurdewer a Kek Arif. Bi taybetî jî xebatkar û têkoşerên rêbaza Barzaniyê nemir.

Herweha di sala 1989an de gava Serokê Kurdistanê, birêz Kek Mesud Barzanî hate Swêdê, li mala Kek Arif ê rehmetî, li gel bi dehan xebatkarên doza Barzanî yên Bakurî, ango endam û hogirên Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye ( PDK-T) li mala Kek Arif hevûdu dît.

Arif Aydin

Rehmetî Kek Arif, têkoşer û şopgirê doza Barzaniyê Nemir bû. Di salên herî dijwar de di wê doza şerefmend de cîh girt û heta roja dawî ya jiyana xwe li ser wê şopa  Kurdewer de ma.

Jiyana wî, doza wî, rukeniya wî li gel hevalên wî dê her bijî… Serê malbata Aydin, sere dozger û xebatkarên doza Barzaniyê nemir sax be. Di dilê min de tê her bijî Kek Arif!…

Stockholm, 14 Adar 2013

Cemal BATUN

 

_____________________________

Back to top button