Civak

Em Şehidê partiya me (PSK) rêzdar Mistefa ÇAMLIBEL bi bîrtînin

Em Şehidê partiya me (PSK) rêzdar Mistefa ÇAMLIBEL salvegera Qetilkirina 34 an de, bi rêz û hûrmet bi bîrtînin, em wî tû car bîrnakin, tekoşîna wî her berdewame…

Çiyayên Kurdistanê cîye eğît u şêran ın di dîroka Kurdistanê da li ser çîyan gellek serhildan çêbûye û pir merxasî gelê me nîşan daye.

Her qûç, her gir û her newal bi destanên Kurdan ve tê nav kirin. Li Çiyayê Agirîyê jî bawermend û tekoşeren Kurd bi rexistini û bi usuleka baş serî rakirin. Ala Kurdistanê li bin belekiyê berfê hember koladaran bi rûmet hejandin. Xwîna xwe ji bo welat, li vira dan xelat…

Hevrê Mistefa li mintiqa vira hatê dinê bi kilam û hikyatên serhildanê ve mezin bu. Rik î dinminîya dijî zordestan li deşt û çîyayên Bazîdê bingeh girt. Xebatkarî û fidakarî û serbilindayî xwe jî, ji mêrasên tekoşîna navçê sitand, bu şoreşger û zanekî heja, Di Riya Azadîya Kurdistanê da bû can fidayek.

Mistefa lawê melekî welatparêz û pêşverû bû. Di nav ramenên niştimanperwerî û demoqratîye da têgihîşt, mezin bu. Hin navçê xwendewan bu bi peyv û fikrên  xwe yê peşketî bala heval û mamostan pir dikşand. Piranî guh didan gotinên wî. Li havînan tev zar û zêçên malê xebatê dikir, dema mektebê ji dixwend, li kêdere bibûya armancê xwe eşkere dikir, dixwast der, dorê xwe ji bo karker û gûndîyên Kurdistanê dostan peyda bike, wana mesela derheqê Kurdistanê da agahdar bike.

Li mintiqa Bazidê faşist tune bûn, lê bele hukma kolonyalist her tim cehd dikir bi destê serok erîşan di nav hêzên welatparêz û sosyalîstan dûbendî çêke, wana qels bixîne. Lê pêşverûyên hêla Bazîdê zû ve dest bi xebatê kiribun. Ji bo hişyarkirin û rêzkirina xebatkar û paleyên Kurd. Dar û destê hukma koledar û nokerên wana tû rê nedîtin xwe re cîyekî peyda bikin, pêşîya meşîna rast bigrin.

Hevrê Mistefa ji ber hin tengasîyan mekteba lîse berda çû leşkerîyê, vegerîya hat mala xwe, fikir û armancên Riya Azadî bi dil û can heband û bi vê rê ve xwe yekcan kir. Xebat êdî alîyek hêsand alîyek ji hin giran bibû. Lê ew bi rik û bawerîyek xurt meyla xwe da ser xebat û tekoşina Kurdistanê.

Heval û hogirên Riya Azadî (PSK) li Bazîdê Komale Şoreşgerî  a Gelî sazkirin. Hevrê Mistefa jî di nav komale da xebatê xwe bire pêş; demek paşê endamên komalê Hevrê Mistefa kirin serokê Komela Şoreşgerî  a Gelî. Di wextek pir kêm da hêjmara Riya Azadî û xasima ROJAWE LAT pir kirin. Bı firehî  li bajêr, gund û mintigên nêzîk belav kirin. Ewladên Kurd ya netirs kete nav Partîya me. Propaxandê me li nav xebatkarên navçê bê westan kir, her xebitî.

Roma reş, axa û begên mintiqê li vê pêşveçûyînê û geşbûnê gelek enirîn, xetera mezin li vê tevgerê dîtin. Bi propaxandê derewîn, bi zor û reda xwestin herekê bidin rawestin. Lê pale, gundî û wetanhezên Kurd li şervanên Azadî  xwedî derketin. Ji ber ku ewane fikrên şoreşgeran diheband û pişt didane Rîya Azadî.

Wan çaxan li Bazîdê xebata tu partî û rêxîstinên din tune bû, paşê li ku derê hatin kes nizane, yek-du heb apocî peyda bûn. Bi xebata rast ya sosyalîstan ewana nekarîn wek mantiqê din eşîrtîyê xwe re bikin, pêlekan û cî bigrin. Wextek paşê meriveki paşverû û qumarbaz him jî bi merivên hukumetê re peyvendî hebûyî, kirin serokê xwe. Dest bi provakasyonan kirin.

Hevrê Mistefa û hogirên wî dijî provakasyonê wana derketin, mecal nedan hin bûyerên mezin derkevin. Şaşî û xeletîyên wan lî mantİqê dî nav xelkê Kurd bi xurtî eşkere kirin. Her tim dijayetî û nakokîyan bi dostayetî xwestin helbikin.

Lê êdi firsend ketibû dest nijadperestan, plana kuştina Mistefa û çend hevrê û sempatîzanê me hazir kirin. Çend caran dafik danîn, mala hevrê dane ber gullan û bombe avêtin, lê wan çaxan tiştek nebû. 13’yê meha Adarê sala 1979’an li bajarê Qerekilîsê êrîşê ser heval û hogiran kirin, endamek Komela Qerekilîsê birîndar kirin. Sibetirê ango 14’ê meha Adarê sala 1979’an li ber darîyê hevrê Mistefa dafik danîn û li pişt ve dane ber gullan. Hevrêyê şoreşger û tekoşer ya partîya me şehîd kirin. Hukumeta kolonyalîst plana xwe bi destê apocîyan anî cîh. Apocî pişt vê qetilkarîyê bê eyb û şerm belavok derxistin û xwedî qetilkarîya xwe derketin.

Partîya Sosyalîst a Kurdistan şehîdê xwe yê ewlîn da oxira Kurdistanek Azad. Xwina Mistefê çû tevî xwîna şehîdên serhildana Agirî bû. Ew neferê Partîya me 

ya bijarê bû, bi şehîd ketina wî me hevrêyek nebez û çalak winda kir. Lê bir û bawerîyê wî kete dilê gelê Kurd wek agirê Newrozê netemirî. Di destê şerkarên azadîyê da diçirise.

Meydana şerê li hêla Bazîdê ji xirabkaran re nema, hevrêyên me û hevalbendên partîye hin bi dilsozî xebat ajotin, bi xurtî rûreşîya qetilkaran eşkere kirin. Moral û karên xwe hin qewî kirin, pêşta birin niha jî ji bo Kurdistaneke azad û bo sosyalîzmê bi lez xebatên xwe dimeşînin.

Her dû alî ji negihîştine mirazên xwe, gelê Kurd li mintiqa Bazîdê edî baş têgihîştîye kû hevîya Kurdistana sosyalistin û ewana ji bi kuştin neqedin.

Şehîdê yekem ya PSK di şer û dilê me da wê her bijî. Di xebata me da ew bûye sembolek, asêgehek bilind û stûr li ber çavên neyaran. Perda rûyê xirabkaran kete xwarê, kirinên wanê terorîstî îro hin li nav xelkê eşkere bûye.

Tû şik nebe, tevgera netevî û civakî ya gelê Kurd wê serkeve,şehîdên me qefle, qefle wek stêrkan li ezmanên Kurdistan ronî dikin, bawerîya gelê me hin pêşta dibin. Refên me hin dişide, wek pola nahele li ber êrişên dijminan.

RojaWelat / Editör

Back to top button