Civak

Doktorên kurd ji Swêd çûn Kurdistanê

 Dezgehê Xêrxawziya Barzanî di çerçova kar û xebata xwe de grubek  doktorên kurd ji Swêd anîn Kurdistanê.

Ev gruba doktoran ji bo kontrolkirina tenduristiya penaberên Kurdên Rojava ku li Başûrê Kurdistanê li kampa Domîz û li cihên din dimînin serdana Kurdistanê kirine.

Grouba doktorên ji Swêd hatîn li gel xwe gelek derman û pêwistiyên tenduristiyê jî anîne. Ji bo vê li Swêd gelek derman hatin berhev kirin.
Ev dokror kurdin li welatê Swêd dijîn. Gruba doktoran ji pisporên beşên cuda pêktê û dê heftiyekî li Kurdistanê bimînin.

Back to top button