Polîtîk

Karê KCKê bê rêziye

   
Fraksiyona PDKê di daxuyaniya ragihand: “Di dema ku Kurdistan di şerekî dijwar de ye li dijî terorîstên DAIŞê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi bê hisab ji sazî û dezgehên fermî û hikûmî yên Başûrê Kurdistanê re, tê û daxwazeke nerewa dixe rojevê.”

Herwiha Fraksiyona PDKê dibêje ku, “Ew kar bê rêziye li hember dezgeyên yasayî yên Kurdistanê, her wiha destwerdan e di serweriya Başûrê Kurdistanê de û xwe ferizkirine li ser îradeya xelkê Şingalê.”

Li gor daxuyaniya Fraksiyona PDKê, “Gavên PKKê bo avakirina kantonekê li Şingalê, hewl in bi aliyê perçekirina axa welat ve.”

Herwiha di wê daxuyaniyê de Fraksiyona PDKê daxwaz ji Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partî û rêxistinên civaka sivîl li Başûrê Kurdistanê dike ku, Helwesta xwe li hember wê karî xuya bikin û li dijî wê bisekinin, her wiha sînorekî ji van siyasetên çewt dînin.

Roja 14ê vê mehê, li ser çiyayê Şingalê di civînekê de ku komek rayedarên PKKê jî tê de beşdar bibûn, encumena bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” hat avakirin. Ew encumen wek gavekê ji bo avakirina Kantona Şingalê tê nirxandin.

Encumen ji 27 kesan pêk tê. Jêderekî haydar ji civînê ji Rûdawê re got, endamên encumenê hemû kurdên êzîdî ne lê yek ji wan jî xwedî bawernameyeke bilind nîne, heta di nav wan de kesên nexwendî jî hene.

Back to top button