Kampa Barzanî li Wanê
Duhî êvarê (18.11.2011) karwanê alîkariyên saziya xêrxaziyê ya Barzanî gihişte bajarê Wanê û ji aliyê Munîr Peruglu waliyê Wanê û serokê şaredariya Wanê ve hat pêşwazî kirin.
Musa Ehmed cîgirê serokê saziya xêrxaziyê ya Barzanî di preskonferensekê de behsa wê alîkarî û komeke ji herêma Kurdistanê bo xelkê Wanê hatiye hinartin kir. Waliyê Wanê jî sipasiya saziya xêrxaziyê ya Barzanî û herêma Kurdistanê kir û bi taybetî sipasiya xemxoriya Mesrûr Barzanî ku roleke mezin di komkirina alîkariyê bo xelkê lêqewmiyê Wanê de hebû, kir û got:
– Ew alîkariya îro saziya Xêrxaziyê ya Barzanî gihandiye Wanê, mezintirîn alîkariya ku heta nuha gihişiye lêqewmiyên erdheja Wanê. Xelkê Wanê bi wê alîkariyê gelek kêfxweş in, bi taybetî bo du sed xaniyên seyar ku di vê dema berfir û baranê de gihiştine lêqemiyan.
Li gor Kurdistan TV-ê, Musa Ehmed cîgirê serok û şandeya saziya xêrxaziyê ya Barzanî digel Beşîr Atalay wezîrê navxweyê Tirkiyeyê civiyan û di civînê de wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê ew alîkariyên saziya Xêrxaziyê ya Barzanî bo bajarê Wanê bilind nirxand.
Herwesa şandeya saziya xêrxaziyê ya Barzanî srerdana şaredariya Wanê kir û ji aliyê Bekir Kaya serokê şaredariyê ve hat pêşwazî kirin.
Serokê şaredariya Wanê di axavtina xwe de got:
– Ew alîkariya ji herêma Kurdistanê karekî gelek pîroz e û bi navekê gelek pîroz hatiye ku ew jî navê Barzanî yê nemir e. Birayên me li başûr bi riheke netewî di hewara xelkê Wanê hatin û xelkê bajarê Wanê tu carî vê alîkarî û qenciyê ji bîr nake.
Li gor KTV-ê di preskonferensê de, Musa Ehmed cîgirê serokê saziya xêrxaziyê ya Brzanî daxaz ji waliyê Wanê kiriye ku ew du sed xaniyên ji aliyê saziya xêrxaziya Barzanî ve bo xelkê Wanê hatine li cîyekî bên danan û navê kampa Barzanî lê bê kirin. Waliyê Wanê jî sozda ye ku ew kamp bi nave Barzanî bê dirust kirin.
Mediya tirkî jî gelek cî daye alîkariyên başûrê Kurdistanê bo Wanê. Haberciniz di nûçeyeke xwe de li jêr nave ( Ji aliyê pêşmergeyan ve 113 TIR alîkarî bo lêqewmiyên erdheja Wanê gehişte Tirkiyeyê) dinivîse:
– Ew alêkariyên ji aliyê saziya xêrxaziyê ya Barzanî ve hatine komkirin gihiştine Tirkiyeyê û Beyar Ehmed berprisê alîkariyê îşaret bi wê yekê kir ku ew ji herêma Kurdistana Îraqê hatine û 113 TIR û 220 xaniyên seyar bo xelkê Wanê bi xwe re anîne û ev alîkarî weke wefadariyek berwamber wê alîkariya beriya nuha Tirkiyeyê ji me re kirîye ye. Wê dema em li jêr befir û baranê bûn, xelkê Wanê, Hekariya û hemû Tirkiyeyê alîkariya me kir û ew alîkariya wan ji bîra me naçe.
Rojevakurd