Polîtîk

Boyner: Hinek lobî nahêlin pirsa kurd çareser bibe

Seroka Komeleya karsazên Tirkiye (TUSIAD) Umit Boyner, li Izmîrê di civînek ya karsazan de ama de bû. Boyner li ser rojeva siyasî jî bersiva hinek pirsên rojnemevana da.

Li ser pirsekî di derbarê rewşa pirsa kurd de Umit Boner got: Pirsa terorê bandora xwe li okonomiyê dike.Eve zêdeyî 30 salin me nekarî em vê pirsê çareser bikin. Gelek lobîyên cuda hene ku naxwazin ev pirs çareser bibe. Wek din gelek kes jî hene ku naxwazin ev pirs çareser bibe. Yanî hinek hene û nahêlin ev pirs çareser bibe. Heta niha jî çareser nebûye.

Ji bo vê yekê jî me di bin sêwana Yekitiya Ewropa de li çareseriya pirsa kurd li rojhilata başûrê Tirkiye rênî. Eger em dibêjin pirsa kurd heye divê ev pirs di çerçova maf û azadiya kesayetî de bête çareserkirin. Ev jî pirsek giştî ya demokrasiyê ye.

Rojevakurd

Back to top button