Seyda: Ti peyman di nav me û Tirkiye de tune
Dr. Ebdilbasit Seyda (1954, dektorê felsefeyê, zewicî ye, pênc zarok) ji sala 1993ê ve li Swêdê dijî. Di sala 2003ê de pirtûka wî ”Pirsa Kurdî li Sûriyê” derket. Di hevpeyvîneke bi KURDWATCH-ê re Ebdilbasit Seyda behsa xebata Encûmena Niştimanî ya Sûrî dike, ku hevbendiyeke opozisyona sûrî ye ku di 2ê cotmeha (October) 2011ê de li Stenbolê hat damezirandin.
Dr. Ebdilbasit Seyda, endamê Komîteya Tenfîzî ya Encûmena Niştimanî ya Sûrî
Tu dikarî ji me re behsa destpêka Encûmena Niştimanî ya Sûrî û beşdarbûna kurdî bikî?
Berî damezirandina Encûmena Niştimanî ya Sûrî komek konferensên opozisyona sûrî li derve li dar ketin. Herkesî hêvî dikir ku ev konferens bihêlin ku şoreşa sûrî bi ser keve. Lê mixabin ev yek pêk nehat. Lê tiştê erênî ew bû ku di van konferensan de welatiyên sûrî hev nas kirin. Berî van konferensan ev tişt tunebû. Wek mînak kesên ji Qamişlo xelkên Deraa nas kirin û berevajî.
Lê em ji encamê ne razî bûn. Da ku em li ser encameke baştir bixebitin, em, dora bîstûpênc lêkolîner û pisporên sûrî ji seranserî cîhanê di tebaxê de li Stenbolê kom bûn. Em gihan wê baweriyê ku divê em Encûmena Niştimanî ya Sûrî damezirînin. Hingî ev yek xewn bû. Me biryar da ku em danûstandinê bi hemû komên opozisyonê re bikin, da ku em ramana Encûmena Niştimanî ya Sûrî bi wan bidin pejirandin. Ez bi xwe karê min ew bû ku ez danûstandinê bi Kurdan re bikim.
Armanca min ew bû ku ez xwe bigihînim tevaya partî û komên kurdî. Bi hinekan re ez bi xwe axivîm. Bi hinên din re hin dost axivîn, ji hinên din re min e-mail nivîsandin. Tek partiyên kurdî ku bersiveke erênî da, Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê bûn. Partiyên din nexwest bikevin Encûmena Niştimanî ya Kurdî, hin partiyên din bersiv neda. Komên ciwanan ên kurd jî bersiveke erênî da. Şepêla Pêşerojê ya Kurdî jî wek nûnera wan partiyên li derveyî koma partiyên kurdî ku vê dawiyê beşdarî Konferensa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bû, pêşwaziya xebata me kir û bû endama Encûmena Niştimanî.
Beşdarbûna Kurdan di Encûmena Niştimanî de çiqas e?
Bi giştî 190 kursî hene. Sekretariya Giştî ji bîst û şeş endaman pêk tê, heft ji wan endamên Komîteya Tenfîzî ne. Ji bilî min sê Kurdên din di Sekretariya Giştî de ne. Yek ji wan nûnerê hevbeş ê Azadî û Yekîtî ye. Nûnerek Şepêla Pêşerojê jî heye. Kursiyek din ji bo Kurdan heye ta niha vala ye. Em li ser dixebitin ku komên şoreşê yên kurdî jî kursiyekê di Sekretariya Giştî de bistînin.
Ev tê wê wateyê ku tu wek nûnerê Kurdan di Encûmena Niştimanî ya Sûrî de yî?
Dr. Ebdilbasit Seyda: Belê.
Ji derûdora partiyên kurdî tê îdîakirin ku tu di rêya Biraderên Musilman re ketiyî Encûma Niştimanî.
Ev ne rast e. Hin kes hene pesnê te didin ger tu daxwazên wan bi cî bînî. Lê ger tu ji bo berjewendiyên giştî dixebitî û ne ji bo berjewendiyên filankesî yan filan komê, hingî tu dibî armanca êrîşan. Ev normal e. Dr. Burhan Xelyûn jî bû armanca êrîşên ji gelek aliyan ve. Min tim gotiye ku Biraderên Musilman beşek ji civakê ne. Mirov nikare wan piştguh bike û wan dûrî proseyê bixe. Lê di heman demê de em ji wan re eşkere dibêjin ku gerek ew li gor giringiya xwe rolekê bilîzin, ne bêtir. Peywendiyên min ên baş bi tevaya endamên sereke yên Encûmena Niştimanî ya Sûrî re hene. Di rêya van peywendiyan re ez hewil didim Pirsa Kurdî bidim pêş.
Çimkî ji berjewendiya Sûriyê ye ku ev pirs bi awayekî dadmend û demoqrat bê çareserkirin. Ez ji opozisyona sûrî re tim dibêjim: Ger hûn Pirsa Kurdî li Sûriyê çareser bikin, hûnê bêtirî bîst milyon Kurdên li bakurê Kurdistanê, şeş ta heft milyon Kurd li başûrê Kurdistanê û ta deh milyon Kurd li rojhilatê Kurdistanê bikin hevalên xwe yên nû. Ez peywendiyên xwe bi opozisyonê re ji bo berjewendiya çareseriya Pirsa Kurdî û berjewendiya projeya niştimanî ya giştî li Sûriyê bi kar tînim.
Mercên endametiya Encûmena Niştimanî ya Sûrî çi ne?
Divê mirov armancên Encûmena Niştimanî qebûl bike. Doza rûxandina rêjîmê û piştivaniya şoreşa sûrî gelekî giring in. Herweha divê mirov bikaribe di komekê de kar bike, rol û bandora wî di civakê de divê diyar bin. Herweha divê meseleya herêmê jî misoger be. Û gelekî giring: gerek hejmara jinan ne kêm be. Em tevde doza vê yekê dikin, lê kesek guh nade vê meseleyê. Mixabin hejmara jinan di nav me de pir kêm e. Ev jî nîşana paşketina me ye.
Di reşpelika bernameya siyasî ya Encûmena Niştimanî ya Sûrî de hatiye nivîsandin ku gerek mafên neteweyî yên gelê kurd di destûrê de bên bicîkirin. Herweha hatiye nivîsandin ku divê Pirsa Kurdî li Sûriyê bi awayekî demokrat û dadmend di çarçeweya yekîtiya dewleta sûrî de bê çareserkirin. Herweha hatiye nivîsandin ku divê Kurd mîna tevaya welatiyan heman maf û erkên welatîbûnê bistînin. Çima hûn nikarin ji bo pirseke ewqas giring niha konsêpteke munasib pêşkêş bikin?
Armanca me ya sereke rûxandina rêjîmê ye. Em nikarin bêjin ku encûmen rewa ye. Lê herweha mirov nikare bêje ku em ne rewa ne. Em di rewşeke awarte de ne. Ta niha me xwe mijûlî pirsên taybetî nekiriye. Du nerîn hene. Ya yekê dibêje ku divê niha planek berfireh ji bo çareserkirina tevaya pirsgirêkên ji bo dewleta sûrî ya nû bê peyda kirin. Nerîna duyem dibêje ku gerek mirov niha pirsên giştî çareser bike û piştre xwe mijûlî pirsên taybetî bike. Reşpelika bernameya me ya siyasî xelk razî kirin.
Ev bername wê di yekemîn civîna Encûmena Niştimanî ya Sûrî de bê nîqaşkirin. Lê xebata me ya sereke gerek ji bo rûxandina rêjîmê be. Tikes nikare ti garantiyan bide. Encûmena Niştimanî ne ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û ji ber vê yekê ne rewa ye. Em niha biryara çi jî bidin, ne şert e ku biryar piştre bên bicîanîn am ji aliyê dezgehên bi awayekî demoqrat hilbijartî ve bên pejirandin. Lê Encûmena Niştimanî bingehekê ji bo dema piştî rûxandina rêjîmê dirûst dike, da ku xelkê ji bo guhertinên gengaz amade bike. Lê divê tiştek zelal be: Kesê ku niha beşdarî rûxandina rêjîmê nebe, wê zehmet be ku ew daxwazên xwe bi cî bîne. Herweha zelal e ku ne tenê Kurd di Encûmena Niştimanî de ne. Li wir Ereb, Biraderên Musilman, endamên Daxuyaniya Şamê û yên din hene. Hin ji wan ne zêde razî ne. Ji ber vê yekê divê mirov li ser bixebite ku wan qanii bike, da ku encamên baş peyda bibin.
Ma gelo opozisyona sûrî amade ye Pirsa Kurdî bi awayê ku Kurd dixwazin, çareser bike?
Nifşê nû yê sûrî amade ye ji vê meseleyê re. Nifşê kevn, ku di çil salên buhurî de tenê mejiyê Partiya Bees sîtiye, ew hinekî hişk in. Ew ji xelkên xwe bitirs in ku ew wan tawanbar bikin ku ew berjewendiyên Ereban têk dibin û Sûriyê dixin xeterê. Ev nifş baweriya xwe bi xwe û bi mejiyê nû naynin. Ev li ser me dimîne, kar jê re divê ku em wan qanii bikin. Guhertin di şev û rojekê de çênabin. Ev tiştê ku niha di meclisê de çêbûye, Daxuyaniya Şamê tucarî qebûl nekiriye, Biraderên Musilman jî tucarî qebûl nekiriye û Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demokrat jî qebûl nekiriye. Lê ev çareserî ne ew e ya ku em dixwazin. Em dixwazin ku hîn bêtir be. Lê çarçeweya ku hatiye dayin, baş e, ne xerab e. Lê divê em hîn baştir bikin, em hîn bi pêş bixînin. Niha ji herkesî tê xwestin ku nerînên xwe pêşkêş bikin.
Serokê encûmenê Dr. Burhan Xeliûn gelek kes aciz kirin dema wî Kurd şebihandin bi koçberên li Fransayê. Gelo divê Kurd jê re amade bin ku ewê di pêşerojê de rastî gotinên bi vî awayî bên?
Tiştê ku Xeliyûn got, ne di ciyê xwe de bû. Me wek koma kurdî di hundirê meclisê de ev yek jê re vekirî got. Min bi xwe jî wek endamê Komîteya Tenfîzê e-mailek navxweyî ji tevaya endamên Sekretariya Giştî re şand û vekirî eşkere kir ku Pirsa Kurdî ne ji îroj ve dest pê kiriye û Kurdistana Sûriyê beşek e ji Kurdistan mezin û çilo perçe bûye û tevlî Sûriyê bûye. Min ji wan re got ku gerek ew vê rastiyê qebûl bikin û mafên Kurdan bidin wan ger ew bixwazin ku Kurd bibin beşek ji Sûriyê. Xeliyûn ev yek qebûl kir û alîkar bû ku reşpelika bernameya siyasî pêk bê. Dilê me heye ku em diyalogekê çêkin di navbera rewşenbîrên kurd û ereb de û ew vê meseleyê ji hemû aliyan ve munaqeşe bikin. Herweha em dixwazin civîneke bi vî awayî ji ciwanên herdu aliyan re çêkin. Diyalogek bi vî awayî dikare gelek sûdan bi xwe re bîne.
PYD/PKK Encûmena Niştimanî ya Sûrî û bi taybetî Biraderên Musilman bi imzekirina peymaneke nehênî bi Tirkiyê re gunehkar dikin. Li gor wan di vê peymanê de wê hebûna Kurdan bê inkarkirin ger Biraderên Musilman li Sûriyê bibin desthilatdar. Çi meseleya vê peymanê ye?
Di navbera Encûmena Niştimanî ya Sûrî û hikûmeta Tirkî de ti peyman tune. Esasê vê gotinê tuneye, ne ji dûr û ne ji nêzîk. Ev jî beşek e ji şerê ku li hemberî encûmenê dibe. Em ne dewlet in û ne karê me ye em peymanan bi dewletên din re imze bikin. Hikûmeta sûrî Peymana Adanayê imze kiriye, ne encûmenê.
Ji ber vê yekê gerek mirov hevkariya hikûmeta Sûriyê neke, ger mirov ji vê peymanê ne razî be. Di hevdîtina encûmenê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re min bi xwe vekirî jê re got, ku ta Pirsa Kurdî li Tirkiyê û li Sûriyê çareser nebin, istiqrar nakeve herêmê. Herweha min jê re got ku Tirkî tenê hingî dikare peywendiyên baş bi Ereban re dirûst bike, ger Kurd bigihên mafên xwe, çimkî li herdu aliyê sînor Kurd dijîn. Wezîr ev nerîn qebûl kir û got ku encûmeneke niştimanî bêyî Kurdan nikare encûmeneke niştimanî be.
Lê dîsa jî li rola Tirkî bi çavekî rexneyî tê nerîn. Bi taybetî ji ber ku piraniya hevdîtinên opozisyona sûrî, di nav wan de jî yên Encûmena Niştimanî, li Tirkiyê pêk hatin.
Ne Iraq, ne Liban û ne jî Urdun rê didin me ku em civînên xwe li wir pêk bînin. Ji ber pirsên praktîk divê em li dewleteke nêzîk hev bibînin. Ev ne tecrubeya me tenê ye, ev tecrubeya opozisyona iraqî û îranî ye jî. Em bînin bîra xwe ku Kurdên ji bakurê Kurdistanê hatibûn Sûriyê û li wir mabûn tevî ku Sûriyê Kurd diçewisandin. Kurdên ji başûrê Kurdistanê çûbûn Îranê û hatibûn Sûriyê tevî ku Îran û Sûriyê Kurd diçewisandin. Ji bo mesele zelal be: Em wek beşek ji opozisyona sûrî çûn Tirkiyê. Em li Tirkiyê ne mêvanên hikûmeta tirkî ne. Em ji azadiya li wir heyî sûdê werdigirin. Tikes îşê xwe ji karê me nayne. Dibe ku di dema bê de em civînên xwe li Misir an Tûnisê pêk bînin.
Tiştek naskirî ye ku peywendiyên Biraderên Musilman bi hikûmeta tirkî re hene. Ev îşê wan e. Lê ew nikarin helwesta xwe di encûmenê de ferz bikin. Tirkî dewleteke mezin e û berjewendiyên wê li herêmê hene, li Sûriyê jî. Lê berpirsyariya me ye ku em biryarên xwe bêyî bandora ji derve bistînin. Ji bo me Tirkî welatek cîran ê giring e, ku di dema hikûmeta AKPê gelek pêşketin tê de çêbûne. Lê ev nayê wê wateyê ku em doza çarserkirina Pirsa Kurdî li Tirkiyê nekin, û me ev yek tim kiriye. Çimkî bêyî çareserkirina vê pirsê wê li herêmê ti istiqrar û pêşketina aborî peyda nebin. Pêwîstiya tevaya herêmê pê heye.
9ê çiriya paşîna (November) 2011ê /Kurdwatch.