Lêkolînerê nasdar Jan xelata taybetî girt

Lêkolînerê Suryani/Asuriyan Jan Bet Şawoce layiqî xelata taybetî ya Veqfa ”Beth-Nahrin Viyana”yê hate dîtin. Beyan ji aliyê rêvebiriya Weqfê ve hate belavkirin.

Xelata Beth Nahrin ya Viyanayê tenê didin kesên bi şêweyekî wêrek, xwedî biryar û helwest civatê ronî dike û fedekariyê dike. Xelat ji bo teşwîkirina kesên zana ne ku xebatên xwe bidmonînin.

Jan bi eslê xwe ji Midyadê ye. 1975 an de hate Swêdê. Ji 85 an pê ve, li ser dîroka sedsala dawî ya pirkûjiyên li herêmê, hejmarek pirtûkên dokumenterî bi zimanên cewaz berhev kirine. Jan, bi rêya hevpeyvînên devkî, serpêhatiyên herêmê ronî dike û pêşkêşî mirovahiyê dike.

Jan serokê Enstîtuya Mezopotamyayê li Stockholmê ye. Enstîtu li ser ziman, çand û dîroka Suryanî/Asuriyan lêkolînan dike. Di enstîtuyê de bi hezran pirtûk, belge û dokumentên li ser herêmê hene. Jan edîtortiya kovar û weşanxaneya Nsibin ê jî dike.

EuroKurd News

Nerîna min :