Berdefkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de bi fermî îlan kir ku dê PDK postê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) wergire.

Cafer Îbrahîm berdefkê PDK ji AKnews re got ku kandîdatê PDK-ê bo postê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye:
– Bi awayekî resmî pirsa ku PDK postê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji YNK-ê werbigire yekalî bûye. Serokê PDK-ê û endamên polîtbûroya wê hemû li ser kadîdkirina Nêlçîrvan Barzan bo postê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê yek deng in.
 
Îbrahîm di daxuyaniya xwe de behsa beşdarîkirina aliyên opozisyonê di hikûmeta bê de kir û got ku niha danûstandin digel aliyên siyasiyên Kurdistanê tê kirin ku opozisyon jî di hikûmeta nû de beşdar be, ji ber ku:

–  Aktîvkirina hikûmetê bi asayîkirina rewşa herêma Kurdistanê ve girêdayî ye. Beşdarîkirina aliyên opozisyon di hikûmeta bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de ji karên me yên pêşîne.

Li gor rêkrftina stratejîk a di navbera PDK û YNK-ê de her du salan postê serokatiya hikûmetê û serokatiya parlamentoyê dê ji bo partiyekê be. Li gor wê rêkeftinê diviyabû PDK di meha borî de postê serokatiya hikûmetê ji YNK ergirtana, lê serokê Kurdistanê di hehdîtina xwe ya bi Celal Talebanî re got ku heta dawiya vê salê hikûmet nayê guhertin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: