Dîplomasiyeta Kurdî û kesayetiya birêz Nêçîrvan Barzanî

Rojekê komeke heval diçin ber golake avê. Dinya havîne, kela kela germê ye. Ev koma hevalan dixwazin bikevin av. Hevalek ji wan dibêjê “Gelî hevalan, hûn dibînin gole, av rawestiyaye û ê melevaniyê nizanibe bila li ber keviya golê bimîne, ji ber ku ez berî niha bi çendî caran hatime, ev gol pir kûre û metirsiye!” Lê ji nava wan yek bi melevaniyê nizane, guh li wî hevalê xwe nake û dûr diçe û di avê de dixeniqe!

Mesele ev e; cîhana siyasetê, kûrahî û firehiya wê, naskirin û têgihiştina wê, zimanê te yê afirîner û serkeftin û destkeftinên te ên li dora mêzê û çawaniya parastina rêgez û rêpîvanên xwe di nava vê cîhana kûr de bê ku te ziyanê bide armancên xwe yên giştî. Gelo, ger wî xortî ew gol baş naskiribine, kûrahî û firehiya wê baş bizaniye, zagonên avê û melevaniyê bizaniyaye wê xeniqîbane? Na! Dibe ku hindek bibêjin “ew kesekî bê aqil bû, nezan bû!..” Ji xwe mesele bê aqilî û nezaniye! Nimûne; ez 10 sala di zîndanên Tirkan de mam, li dema ez mayîm min gelek caran helbest û çîrok nivîsandin û hemû bi navê Demhat Hezexî di Azadiya Welat de hatin belav kirin.

Min li Xinêre, di nava berif û bagera dijwar û penceşêr de 3’ê pirtûk nivîsandin; Şehîdên Başûrê Piçûk, Keça Agirî û Rêjne. Ev her 3’ê pirtûk ji aliyê çapxenaya Ronahî ya Xinêre ve hatin çapkirin. Mesele ev e; min çi nivîsîye tê bîra min, min behsa çi kiriye tê bîra min û ew berhemên minin, rastiya minin, nasnameya minin û xwediyê wan berheman ez im. Niha jî, çi helbest be, çi çîrok be, çi gotar be ku dinivîsîm yên minin û xwediyê wan ez im û nepoşmanim dema wan dinivîsîm.

Ez nikarim guhê xwe bidim; “Xelo, Delo, Hemo; Zînê, Fatê û…” Di nivîsandinê de; wijdan, ehlaq, rastî û dîtina ber çav pir girînge. Pir caran divê mirov xwe dûrî hest û îdeolojiyan bike û ya rast çi ye wê binivîse. Divê mirov rastiyan neke qurbana hindek hestan û kesatiyan biçûk neke. Lê mixabin, ji ber ku cîhana hindekan ji me di warê naskirina rastiya Kurdî de biçûke û em ji naskirina dîplomasiyeta Kurdî dûrin, bê ku em bizanin çi dibêjin diaxivin. Ma ger diplomasiyeta Kurdî li salên 18890’an, piştî şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn û heta mêjûyeke nêzîk li gorî naskirina wê golê bane, serhildan û şoreşên Kurdî li dijî dijminê xwe bi ser nediketin? Şik tê de nîne ku wê serkeftinbane.

Îro li ser astê navnetewî, herêmî û navxweyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê berê û Cîgirê Serokê PDK’ê birêz Nêçîrvan Barzanî vê rastiyê dibîne û bi zimanekî serkeftî dîplomasiyeta Kurdî birêve dibe. Gelo taybetmendiyên birêz Nêçîrvan Barzanî di warê serkeftina dîplomasiyeta Kurdî de çi ne?

1. Naskirina hêza xwe û hêza dijber

2. Hêza têgihiştinê û xwendina ramanên dijber. Xwendina derfet û mercan û zimanê gihandina dijber ya astê baweriyê

4. Bi xwe bawerî, baweriya li ser bingeha zanînê hatî avakirin û dûrketina ji felsefeya “ev dijmine, gelê min kuştiye, ez pêre hevdîtin nakim”, lê tucarî nejibîrkirina dîroka xwe

5. Li gorî demê helwêst û bi destve înana destkeftinan

6. Li gorî demê hişk û nerm

7. Ziman zanîn

8. Nektina bin bandora hindek daxuyaniya de, ya rast çi ye, bingeh girtina wê

9. Ji bo pirsên navxweyî hêza wî ya çareserkirina pirsan.

Li gorî dîtina min yên birêz Nêçîrvan Barzanî di dîplomasiyeta Kurdî de kirî serkeftî ev taybetmediyên ku min nivîsandine. Îro birêz Nêçîrvan Barzanî li ser astê derve, dewletên cîran re, navxwe û heta di peywendiyên ligel partiyan re roleke girîng di çareserkirina pirsan de dileyîze. Ev çi ye? Ev naskirin û dûrdîtin û çawa helwêstdayîna li dijî bûyer û rûdanan û çareserkirina wan û di nava wan de bidestve înana serkeftinan e.

Bi dilê hindekan be yan jî ne bi dilê wan be, pêdiviya Kurdan di warê dîplomasiyetê de bi hindek Nêçîrvan Barzaniyên din jî heye. Hêvîdarim em bûyeran ji hemû aliyan ve binrxînin û yek alî nêzîk nebin. Ji xwe ji vê yek aliyê mala bavê me xira kiriye. Êdî pêvajoy Kurd tê re derbaz dibin, qebûl nake em di golên ava de bixeniqin.

Demhat Derikî

(Avestakurd)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: