Cîhan

Kalaşnîkov ne Kalaşînkok wefat kir

Ajanasa Interfax a rusî, îro, bi fermî wefatkirina generaln Mîxayîl Kalaşnîkov (Mikhail Kalashnikov) ragehand.

 General Kalaşnîkov  ku, çekê AK-47 di sala 1947ê de afirandiye û ew çek bi navê wî Kalaşnîkov di cîhanê de tê nas kirin di jiyê 94 aliyê de wefat kir.

Generalê rusî Mîxayîl Kalaşnîkov roja 10ê çileya paşîn a sala 1919ê jidayîk bûye û di jiyê 19 salî de peywendî bi sopayî Yekêtiya Sovyetê kiriye.

Hizra çêkirina çekê Kalaşnîkov li sala 1944ê li cem wî çê bû û sala 1947 çekê AK-47  hat afirandin û yek ji berbilavtirîn çekê sivik di cîhanê de tê nas kirin û bi milyonan jê hatîne firotin.

 

Heta nuha gelek ji kurdan navê vî çekî şaş bi lêv dikin, gelek jê re dibêjin Kalaşînkov lê ew Kalaşnîkov e. Mixabin gelek saziyên mdeiya Kurdistanê jî weşandiye ku, Kalaşînkov wefat kir.

Back to top button