3 milyon dolar ji bo nasandina Kurdistanê

Nadir Rostî Peyvdarê Desteya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê eşkere dike ku 3 milyon dolar ji bo nasandina cihên geştiyariyên Herêma Kurdistanê bi geştiyarên cîhanê hatiye terxan kirin û komek projeyên geştiyarî jî li sala nû de dikevine qonaxa bi cîhkirinê.
Rostî dibêje: “Li gel destpêka sala 2014 ku geştiyarekî zêde têne Herêma Kurdstanê, Desteya Geştuguzarî jî dest bi reklamkirina cihên geştiyariyên Herêma Kurdistanê li asta cîhanî de dike û sûd ji hemû kanalên navçeyî û cîhaniyan werdigrê heta geştiyarên hemû welatan bi cihên geştiyariyên Herêma Kurdistanê bizanin.”
Ji bilî reklamkirinê Rostî got: Dû milyon dolar jî ji bo dabînkirina xizmetguzariyên taybet bi cihên geştiyariyan hatiye terxan kirin ku dabînkirina avdest û zibildank bi awayeke ji wan xizmetguzariyane.