Nivîsar

Ka misilmantî û kurdeyatî çî yê hevûdi ne?

 

 

Pir caran ez li halê kurdan û misilmanan dinêrim ya jî li wan kesên ku de’wa kurdayetî weyahût de’wa misilmantî dikin qedera herdû alîyan bi hevûdû mînane. Dema ku em li pêvajoya dîrokî bi nêrin an jî bi nirxînin em ê bibînin di cîhanê de bi kurtasî di Tirkiyê de tevger û polîtîka û nêrînîya li hember herdû alîyan di bingeh de yekin.

Binêrin îroj ger dinya û an jî Tirkîyê de ê ku de’wa îslamê ya jî kurdîtiyê dikin, wan kesan bi navê terorîzm lanse dikin. Ji wan re dibêjin “bulicî an jî ayrimcî” dema ku wan digrin bi eynî maddeya mehkûm dikin.Wê dema ku serî hildin bi eynî awayî tên pelixandin û îşkencekirin û ‘îdamkirin. 

Di demkê de çawa misilmantî qedexe bu ji bo ku misilmantî ne yê fêmkirin hezar dek û dolap anîn serê îslamê, islam rût û zilût kirin. Yên ku de’wa îslamê kirin tev îşkence û hepskirin. Li hember wan, mirovê xwe yê bel’amî derxistin ûsa kirin ku, misilman tev bi laîsizmê îqna kirin û misilman bi misilmana kirin wek gur û mîh. 

Dînê eslî rakirin. Ji bo ku dîn tam neyî fêmkirin termînîlojîyê dînî tev guhertin. Kesên ku de’wa dînê eslî kirin bi “dunyanedîtî” yê tehdît kirin. Ew jî dîsa bi misilmanên çêkirî dan terbîye kirin. Dîn di dilan de hepskirin, dîn bû karê wijdanê, bu navbera mirov û Xwedanê wî de tiştek veşartî. Mixabin Xwedanê herkesî di wijdana wî de  cure cure yi. 

Yên hineka pere ye, yên hineka meqam û mewqî ye, yên hineka zar û zêç e, yên hinekan xelwet û şehwet e, yên hinekan welat û qewmîyet e, yên pir hindikan jî bi taybet Xwedayê ‘Alemê Ellah û Zulcelal e.

Dîn ûsa anîn dereceyekê ji alternatîfa jîyanê derxistin û kirin karê kerr û lalan, pîr û kalan, bêkes û hejaran û cahil û nezanan. Piştî ku asîmîlasyona dîn temamkirin anha jî êdî êdî serbest dikin û dibêjin de ka werin dînên xwe bijîn.

weka mirîşka tu bi ruçikînî, ‘eyarê tenê mabe. Wek mînak: îro kal hem nimêj dike hem rojî digre, law rojîyê digre lê nimêj nake, nevî(torin) ne nimêj dike ne jî rojî digre. 

Ev hal ji bo îslam û ehlê wê trejedî ye. Ev dînê ku dixwazin misilman bijîn jî ji xêrî Îslamê bi her awayî mîna ye. Gava tu tiştek dibêjî an jî di pirsî ji herserî kî gotinek derdikeve.Hinek dibêjin di İslamê de hed tune, hinek dibêjin di îslamê de dewlet tune, hinek dibêjin di îslamê de niximandin tune,  hinek  dibêjin di îslamê de mezheb û terîqet tune, hinek dibêjin di îslamê de cîhad û herb tune, hinek dibêjin İslam ji xwe laîsizm an jî demoqrasî bi xwe ye.

Demokratê herî mezin jî Hezretî Pêxember e. Di dawîyê de hat fêmkirin îslama ku ji teref sîstemê de hatîye çêkirin iroj bûye hakime li ser misilmana. Ji xwe misilman jî bune qerewêlê(bekçi) sîstemê, dema ku tu li hember sîstemê derbikeve jî ront balansê te ji teref misilmanê ku îroj jê re tê gotin oldar ve tên ‘eyarkirin.

 Em vegerin li ser kurdan û kurdayetîyê. Ji xwe tiştê ku hatî serî kurdan neyî gurê serê çîya.Ji xwe ez dibejim tiştê ku hat serê misilmanan jî tev ji ber kurdan bu. Çimkî zilm û zortdesti û îşkenceyên li misilmana hat kirin, rê yû rêbaz û tecrubeyê xwe ji zilm û heqareta  li ser kûrdan hatî kirin, digirt. Ji ber ku pirê kurdan misilmanin, serhildanê wan jî tu bibêje hemî îslamî bûn.

 Ji ber vî qasî misilmanan jî,bi taybet misilmanên Tirkiyê, nisîbê xwe ji helandin û qedandinê girtin. Belê bi rastî halê kurdan komedî trajîk e.Kurd ne ku li Tirkîyê li her derê cîhanê bi taybet li rojhilatanavîn de weke qewmeke suçdar tên dîtin. Ev jî gellek balkêş e. Pêwîst e meriv liser gellek bifikiri. 

Bi kurtasî ez liser kurd û kurdayetîya Tirkîyê  rawestim. Ew jî weka ehlê İslamê  cara yekem  hetta ku şerrê azadîyê dewam kir bi nermî û xweşî kiryarî nîşan dan.Hetta ku bi ser neketin felsefeya xwe ya ku dibêjin “hetta ku meriv pirê derbas neke gerek meriv ji hirçê re bije xalo” tetbîq kirin.

Ewwil kêfa kurdan anîn qala misilmantî û yekîtî û biratîyê kirin piştî ku îşê wan bi kurdan qedîyan û li ser kurdan vegerîyan û li wan hatin xezebê.Liser kurdan hezar sazî û kanûn û rapor derxistin wek mînak binavê: “şark îstîklal mahkemelerî,şark islahat fermani, îsmet İnönü şark seyahatî raporu,takrîrî sukûn kanûnû,hiyanetî vatanîye kanûnû, 2510 sayili îskan kanûnû hwd… bi van kanûn û fermanan kurd helandin û qedandin, ziman û çand û hunerê wan tev qedexe kirin, Axa û şêxê wan, mîr û begê wan, mezin û zaneyê wan tev yan kuştin ya hepskirin an jî koçber kirin. Navê der û berê wan û gund û bajarê wan tev guherandin. 

Usa anîn wê derecêye kê ku kurd ji kurdîtîya xwe fedîkar kirin , ketin kompleksê, Kurdî bu zimanê feqîr û fuqera,kal û pîra, cahîl û cûhela. Kesên ku gotin em jî Tirkin an jî kurdê Tirkin, ew kes filitîn,ji teref dewletê de hatin taltîf kirin, qedr û qîmet ru û rûmet dîtin. 

Kesên ku liser rêça bav û kalan çû, li ber asîmîlasyonê sekinî tev yan talanbûn ya koçberbûn,ya jî hatin îşkence û hepskirin yan jî bi îzzet û şeref jîyana xwe ji destdan.Sîstemê piştî ku pêvajoya xwe ya helandin û qedandinê temam kir, anha hatine dibêjin “de ka werin kurdeyatîya wxe bijin” ka kurd hêdî çi bijin gava tu qala kurd û kurdîstanê dikî ji Tirkan pirtir tu kurdan li  hember xwe dibînî.

Gava tu ji heval û hogirê xwe re dibê jî de ka werin em ji xwe re bi kurdî biaxivin, te dî wan jî got “kusura bakma biz anliyoruz ama konuşamiyoruz.(lıqisûr nenêr em fêm dikin lê em nikarin biaxivin)”oppala de ka werin vê kerê ji vê avê derxin. Dema tu li halê civaka kurd dinêrî Kalo kurdî tenê zane, law Kurdî û Tirkî zane, lê Tirkî ji Kurdî baştir zane,nevî(torin) jî tenê Tirkî zane. 

Di dawîyê de ev tê fêmkirin kalo li ber mirinê ye, ewlad berve mirinê diçe lê kurdîya wî liber mirinê ye. Ka pêşeroj di dest kê de ma? di destê torin de ma, torin kî ye? ne bêllî ye,lê zimanê wî xas Tirkî ye.

Ez bawerim di dawîyê de we halê Misilman û Kurdan an jî misilmantî û kurdayetî li ber çavê xwe dît. We dît ku kurdîtî û misilmantî herdû jî çiqas me’sum û xerîbin, çiqas bêkes û mezlûmin.

Neyar û dijminê wan li hember wan çiqas zalim û xeddarin.Sîyaset û polîtîkaya wan li hember herdû alîyan çiqas yekin.Pergalên zulmê nêrin, ka nikarin hem li hember kurdan û li hember misilmana ango li du enîya de têkoşîn bidin.

Di dawîyê de biryar da ku herdû alîya berdin hevûdû.Lê mixabin bi serketin. îroj yên kesên ku de’wa kurdîtî û misilmantîyê dikin tim bi guman li hev dinêrin. Halbikî ez bawerim qasî ku ez li halê wan û qedera wan dinêrim. Ev herdû alî di bingeh de dibe ku merivê hevûdibin; ya xal û xwarzî hevin ya jî ap û birazîyê hevin.piştî ku merivê hevin ji xwe qurana pîroz jî emrê edalet û başîyê û arîkarîya eqrebeya dike. Nehya zilm û zordestî û nebaşîyê dike (nehl 90)

Bi rastî ji min gotin xwezî goli min bikin xwezî nekin. Yên zirarê herdû alîne. Ez zanim hûn goli min nakin qene goli Xwedê bikin.

Xulaseyê kelam wesselam.

Ziyaeddin EMBARÎ

 

Not: Dema ku min qala kurd û misilmana kirî min ji hevûdû cuda nirxandin.Bila şaş ney fêm kirin.Dema ku min gotî misilman qesta min wan kesên oldarin û dîn ji xwe re kirine tarza jîyanê, di vî warî de sazî û komele û civat û cema’atê wan hene.Dema ku min gotî kurd û kurdîtî, hakeza wan kesên ku doza kurd û kurdîstanê  ji xwe re kirine tarza sîyaset û jîyanê. Û xebatê wan jî tev di vî warîde ne. Ne ku Yên ku de’wa kurdî dikin jî misilmanin yên ku de’wa misilmantiyê jî dikin di herêma me de hema tu bibêje tev bi eslê xwe jî kurdin.

 

Back to top button