Nivîsar

Çend gotin li ser nerastiya nivîsa Şakir Epozdemir

 

 

Çend Gotin Li Ser Nerastiya 

Nivîsa Şakir Epozdemir

 

Ev camêrê bi navê ”Şakir Epozdemir” va ye careke din  nivîsek (20-05-2012) di malpera netewe.com û ya rojevakurd.comê de li ser pirtûka min (Jînewariya Derwêşê Sado) belav kiriye.  

Roja 17ê Nîsanê jî, (2012-04-17 08:28:38) wî nivîseke wek ya berê, li 8 malperên kurdî dabû weşandin. 

 

Şakir vê carê di nivîsa xwe de gotiye:

Derwêşê Sado nusxeyek ji kitêba xwe ”…roja 03.10.2011ê li Otela Xanzad a Hewlêrê, ji min ra imzakir û da min.” 

Şakir domandiye: 

” Serê sibê seet li heftan (07.00) Derwêş telefonî min kir û got: ”Zeynelabidîn Zinar di pirtûka min da gelek xeletî û şaşî kirîye. Ez dixwazim tû dilê xwe li min negirî.” 

Şakir dîsa gotiye:

”Min tenê karî bibêjim (Derwêş) ku tû ‘jinewariya’ xwe teslîmî Zeynelabidîn Zinar bikî, wê te weha şermezar bike.” 

Min çewa nivîsa Şakir Epozdemir xwend, heman min telefonê rêzdar Derwêşê Sado kir û ev mesele jê pirsî ka wî ev gotin gitiye Şakir yanena? Derwêş çendî ku hin peyvên giran jî bo Şakir gotin, lê weha gote min:

”min jê (Şakir) re wisa negotiye. ………! Tiştê ku min berê ji te re jî gotibû, min jê re jî gotiye.” 

Çendî ku saet 07ê sibehê, ne dema telefonan e jî, lê li gor telefona Derwêşê Sado (21. 05. 2012) ku wek belge niha li ba min e, mesele ev bûye: Piştî ku Derwêş nusxeyek ji pirtêka xwe wek diyarî daye Şakir, 15-20 roj şûnde rojekê Derwêş telefonê Şakir kiriye û suhbeta wan domandiye, di wê navê re Derwêş weha jî gotiye Şakir: ”Di kitêba min de 3-4 xeletî çêbûne, min gotiye Zeynelabidin jî ku rast bike.”

 

Ew xeletîyên ku di kitêba Derwêşê Sado de çêbûne, ev in:

”Faiq Bucak di 4ê Tebaxa 1966an de hatiye kuştin.” (Jînewariya Derwêşê Sado, rûpel: 159)

”Şerafedin di APê de bû wezîr.” (rûpel: 210)

”Silhedinê kurê Şêx Seîd.” (rûpel: 73)

 

Rastiya van xalan ev e li jêrê:

Faiq Bucak di 4ê Temûza 1966an de hatiye kuştin. 

Şerafedin di CHPê de bûye wezîr. 

Silhedin, kurê Xewsê Hîzanê ye.

Baş e, ev şaşiyên di pirtêkê de ku têkiliyê wan bi tu rengî bi Şakir Epozdemir ve nînin, Şakir li ser devê Derwêş gotiye: ”Ez dixwazim tû dilê xwe li min negirî.” ji rastiyê dûr e, ji dûriyê zêdetir nebûkarî ye û esl û asas jê re tune. 

Eger ev gotina ku Şakir li ser devê Derwêş ku gotiye ango: ”Zeynelabidîn Zinar di pirtûka min da gelek xeletî û şaşî kirîye. Ez dixwazim tû dilê xwe li min negirî.” rast be, ez jî soz didim ku ez ê vê pirtûka xwe (Jînewariya Derwêşê Sado) ji piyasê vekişênim û lêborîn hem ji Şakir û hem jî ji Raya Giştî ya Kurd bixwazim. 

Ev peyvên bêrêzî ku Şakir Epozdemir bi kar anîne, tenê ji bo du tiştan in: 

1- Derwêşê Sado gotiye: ”Me di 1971ê de Şakir ji partiyê avêtiye” Lê Şakir dibêje ku ew hêjî partî ye û li zora xwe dibe.

2- Şakir emrê xwe xilas kir û tiştekî bi ser nexistiye, îcar dixwaze xwe bi nivîsên wisa di Medyaya Kurdî de têxe rojevê.

 

Lê belê nerastiya giran ev e ku Şakir weha gotiye:

– ”Ez hêja jî dameznanêrê PDKTyê me. Ez xwe weka endameke PDKT dişopînim.” 

– Piştre Şakir xwe jibîr kiriye û vajiyê vê gotina xwe nivîsiye: ”…Ewê ku soz daye xwe bi xwe ku nekeve rêxistinên siyasî dîsa ez im.”

Ji 1971ê heta niha, neh Kongreyên Partiya Demokrat çêbûne. Diyar e ku Şakir beşdarî di yeke tenê de jî nekiriye? 

Ji komîteya Hilbijartî ya wê Kongreya 1973, Eli Dinler û Remezanê Haşim çûne ber dilovaniya Xwedê. Lê belê Derwêşê Sado, Mele Arif û Mele Mihemed Efe hêj li jiyanê ne.

Mele Arif roja 22.05.2012, bi telefonê weha gote min: ”Şakir  derew dike û rast nabêje. Me wî di Kongreya 1973an de ji Partiyê avêtiye.” (Belge li ba min parastî ye).

Mele Mihemed Efe roja 21.05.2012 bi telefonê weha gotiye Derwêşê Sado (Derwêş jî eynî roj weha gote min): ”Me di Kongrey 1973an de Şakir ji Partiyê avêtiye.” (Belge li ba min parastî ye).

Derwêşê Sado jî roja 21.05.2012 bi telefonê weha gote min: ”Di Kongreya Siltanşêxmûsê de (1973) Şakir bi biryara Kongreyê ji Partiyê hatiye avêtin. (Ev belge jî li ba min parastî ye).

Şakir vajiyê van hersê endamên Komîteyê gotiye, di 1973an de Mele Mihemed Efe û Mihemed Emin Aslan jê rica kirine ku ew dîsa vegere nava Partiyê. Lê belê Mele Mihemed Efe li ser vê yekê jî  roja 21.05.2012 bi telefonê weha gotiye Mam Derwêş û Derwêşî weha bi telefonê gote min: ”Ev gotina Şakir ne rast e. Piştî ku Şakir bi biryara Kongreyê hate avêtin, ne mimkun bû ku em careke din wî bînin nava Partiyê.”

Nebûkariya herî mezin ku Şakir Epozdemir li Mistefa Beg, Derwêşê Sado û Şerafedîn Elçi kiriye ev e û weha gotiye:

.”…eger ne ji Şerefeddin Elçî bûya ya MİTê min bi tehrika Mistefa û destê Derwêş dida kuştin…”

 

Şakir bi vê gotina xwe, xwestiye ku du peyamên dilnepakî bide Kurdan:

1- Ji bo ku Derwêşê Sado û Şerafedîn bibin dijminê hev. 

2- Şakir xwestiye ku bêje Kurdan: ”Binerin ev hersê kes jî bi MITê re kar dikirin.”

Îcar li virê pirsek tê hişê mirov: ”Madem têkiliya van kesan bi MITê re hebû, nexwe Şakir bi van kesên wisa re çi dikir?” 

Dema Şakir Epozdemir li Başûr desteserkirî bûye, rojekê Derwêşê Sado çûye serdana wî. Şakir pir hêvî jê kiriye da wî bide berdan. Piştî ku Derwêşî ew daye berdan, şevekê wî bi xwe re biriye û di sînor de bihurîne çûne Bakûr (Şakir jî nikare vê rêwîtiyê înkar bike). Nexwe pirsa giringtir ev e: ”Eger rast bû ku Derwêşê Sado xwestiye ku Şakir dabûna kuştin, çima wî Şakir di wê şevê de nedikuşt?”

Ez ê vegerim ser van 14 hevokên li jêrê ku Şakir Epozdemir di buwara Zeynelabidin Zinar de gotiye, lê ez tu şirove nakim, tenê dixwazim ku kurdên xwedî wijdan careke dî van gotinên wî ên şelpitî bixwînin: 

 

1- ”…ulemayê 100 pirtûkan xwestîye Derwêş bike xwedan berevanîyeke siyasî…”

2- ”…Ne Zeynelabidîn Zinar û ne keseke weka wî mejîvala, nikarin lekeyek bînin ser min…”

3- ”…Ku hebe hebe, wê di binê tûrikê Zeynelabidîn Zinar da tenê vir û derew û tiştên tewş û bêteşe hebin…”

3- ”…ka Zeynelabidîn Zinar bê çewa bi canbazî xwe nêzîkê mijaran dike…”

5- ”… Jê were ka alem hemî weka wî bê îdraq in…”

6- ”…lê gava ku qûş lê te teng dibî dixe sitwê Kongreya 1973yê…”

7- ”…Li gora vî nivîskarê bê perwa û bê hidûd…” 

8- ”…Nivîskarê me yê xwedîyê 100 pirtukan meseleyê digemirrîne, dixifxifîne, texrîş dike. Cesaret nake ku rastîyê bibêjê…”

 9- ”Geleke Z. Zinar waha bigota: “Biborin! Min şaşîyeke bêqûn û bê qanûn kirîye…”

10- ”…Lê Zeynelabidîn Zinar nikarê rastîya meseleyê bibînê…” 

11- ”…ew Berevanî ne ya devê Zeynelabidîn Zinare ku bîne ziman…”

12- ”…Zeyenabidîn Zinar bê perwa û bê mesûliyeteke beşerî…”

13- ”…Zeynelabidîn Zinar, ne tenê li peyî belgeyan, esl û astaran nabezê, ew hêşê xwe jî top nake…”

14- ” Ev Ustad (Zeynelabidîn Zinar) bo çî Seid Elçî dike şirîkê vê dizîyê?”

 

Bi rastî min bawer nedikir ku Şakir Epozdemir, bi vî temenê xwe, bi vî navê xwe bizav bike û hewqas nerastiyan, hewqas peyvên vajî, hewqas gotinên bêrêzî li pêşber Medyaya Kurdî bi kar bîne. 

Şakir Epozdemir nivîsa xwe ya berê ku ji Zinar Soran re hinartiye û Zinêr jî daye weşandin, tenê nivîsa Şakir li gor forma A5 ya pirtûkan, 164 rêz in. Nivîsa duyem ku Şakir daye weşandin, dîsa ew jî li gor forma A5 ya pirtûkan 356 rêz in. Tev dikin 520 rêz. 

Ew nivîsa di pirtûka min “Jînewariya Derwêşê Sado” (rûpel: 208) de jî, ku li ser Şakir Hatiye nivîsandin, jixwe forma A5 e, tenê 17 rêz in. 

DUBARE DAXUYANÎ:

Ez bi riya vê malperê hişyarî didim Şakir Epozdemir ku heta mehekê lêborîn ji Zeynelabidin Zinar û ji Raya Giştî ya Kurd bixwaze. Egerna, ez ê doz lê vekim û madî-manewî daxwaza tezmînatê lê bikim.  

Ez hêvî dikim ku Şakir Epozdemîr li xwe vatqile û nekeve dadgehan. 

 

 

Back to top button